
Li Mexmurê meşa 9’ê Cotmehê
- 21:43 9 Cotmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi wesîleya Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê bi meşek pêk hat û ji bo valaderxistina komployê banga mezinkirina rêxistibûnê hat kirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an û şikandina tecîrê meşekî girseyî hate lidarxistin.
Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta avahiya NY’ê dewam kirTêkildarî komploya 9’ê Cotmehê daxuyanî ji aliyê Bêrîvan Demir ve hat dayîn.
Bêrîvan Demir wiha got: “Dewletên yekgirtî yên ku dixwestin me tine bikin, êdî şaş û maşo bûne. Em ji pêşeroj û ciwanên xwe re dibêjin, eger em îro li vêderê ne, divê em vê rojê ji bîr nekin û hay jê hebin ku komployên li ser gelê Kurd tên berdewam kirin. Ev roj ji bo ku me ji dîrokê xilas bikin, ji bo vê paradîgmaya heyî ji nav bibin hatiye afirandin. Ji bo ku em bikaribin vê komployê vala derbixînin divê em bikaribin bi rêxistinbûyîna xwe, bi manîfestoya ku îro Rêber Apo bi me daye naskirin pêş bixin û di nava civakan de belav bikin. Wek gelê Wargeha Mexmûr rojane bi plan û kompoyên dijminane re rû bi rû dimînin. Hemû komployên ku tên kirin, berdewama komploya ku li ser Rêber Apo hatî meşandin e.”
Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.