
Doza rojnamegeran hat taloqkirin
- 14:54 18 Îlon 2025
- Hiqûq
AMED - Li Amedê danişîna doza 19 rojnamegeran hat lidarxistin. Dadgehê biryar da ku li 10 şahidan neyê guhdarîkirin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran jî nehat betalkirin.
Danişîna 8’emîn a doza 19 rojnamegeran ku di 16’ê Hezîrana 2022’yê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatibûn girtin û piştî salekê di danişîna ewil de hatibûn berdan, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin.
Rojnameger Omer Çelîk, Neşe Toprak û Elîf Ungur ku negirtî tên darizandin û parêzerên wan Resûl Tamur, Gozde Engîn û Rûşen Seydaoglû di danişînê de amade bûn. Rojnameger Azîz Oruç ku negirtî tê darizandin û ji Yekeya Hiqûqê ya MLSA’yê parêzer Hazal Sumelî jî ji Stenbolê bi rêya SEGBÎS’ê tev li bûn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî doz şopand.
'Min nedîtiye'
Oruç, li dijî îdianameya li ser îfadeyên îtîrafkar Melîk Canbey hatiye amadekirin û bi dosyayê re kirine yek doz, parastina xwe kir. Oruç, îdiaya îtîrafkar a “Bi endamên rêxistinê re hevpeyvîn kiriye” derewand û got: “Heke min bi endamên rêxistinê re hevpeyvîn bikira, dê li cihekî bihata weşandin. Heke min bikira dê min bigota. Lê min bi tu endamekî rêxistinê re hevpeyvîn nekiriye.”
Oruç, got ku ew Melîk Canbey nas nake û tu caran nedîtiye û got: “Piştî 13 mehan hatim berdan. Pîşeya xwe bi heman biryardariyê didomînim. Bi vê dosyayê hewl didin rojnamegeriyê ceza bikin.” Oruç, xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat a der heqê wî de were betalkirin.
Rojnameger Omer Çelîk jî xwest biryara qedexeya derketina derveyî welat were betalkirin.
Şahid hatin guhdarîkirin
Ji şahidan Helîn Kolpar got ku tu rojnamegeran nas nake. Kezîban Kuday a bi SEGBÎS’ê beşdar bû jî anî ziman ku rojnamegerên ji wê hatine pirsîn nas nake. Şahidê din Îbrahîm Coşkun ku ji Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê bi rêya SEGBÎS’ê tev li bû jî got: “Li Sûriyeyê di nav YPG’ê de bûm. Ji wir derketim û min xwe radestî hêzên ewlekariyê kir. Min li wir navê Stêrk TV’yê bihîst. Min bernameyên çandî temaşe dikir. Her wiha geşedanên li herêmê hîn dibûm. Hûn van ji min dipirsin lê ev li ser înternetê jî hene, hûn dikarin bibînin.” Coşkun, got ku ajans û produksiyonên serokê dadgehê pirsiyayî jî nizane. Coşkun, got ku navê rojnamegerên di dosyayê de tên darizandin qet nebihîstiye.
Parêzer Resûl Tamur jî got: “Tu îfadeyên şahidên di dosyayê de li ser rojnamegeran nînin. Şahidên derveyî dosyayê ne.” Tamur, ji bo ku pêvajoya darizandinê venemîne, xwest li şahidên din neyê guhdarîkirin. Tamur, xwest alavên dijîtal ên rojnamegeran bên îadekirin û biryara qedexeya derketina derveyî welat a rojnamegeran bê betalkirin.
Doz hat taloqkirin
Şandeya dadgehê, biryar da ku li 10 şahidên din ên lê nehatibû guhdarîkirin neyê guhdarîkirin. Dadgehê biryar da ku materyalên hatine desteserkirin bên îadekirin lê daxwaza betalkirina biryara qedexeya derketina derveyî welat red kir.
Doz taloqî 20’ê Çileya 2026’ê hate kirin.