
ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2025'AN
- 09:00 2 Îlon 2025
- Rojev
*Jinan, daxwazên xwe yên ji bo aştiyeke mirovî anîn ziman û gotin, "Rêberê me hîn jî li Îmraliyê ye, tu hêviya me ji bo pêvajoyeke aştiyê tune ye" û gotin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê dewlet gavên pêwîst bavêje. DÎMEN HEYE
Çalakvan Zulfan Xerîb Rehîm, da zanîn piştî hilbijartinên li Başûr hîn hikûmet nehatiye avakirin û got:" Parlemento nekariye bi bandor bixebite. Pêdivî ye ku PDK û YNK bibin yek û stratejiyekê pêş bixin. Yekîtî dê bandorek erênî li ser hemû beşên civakê bike."
*Aynûr Sarica diyar kir ku kuştina jinan ne tenê tunekirina fîzîkî ye û got, "Zîhniyeta netewe-dewletê têgeha 'kuştina bi zanebûn' xurt dike. Her wiha zihniyeta baviksalar jinê hepis dike." DÎMEN HEYE
*Jinan di mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. BI DÎMEN
*Dayik Refîka Nergis bertek nîşanî hewldana êrîşa leşkerî ya li ser gorên endama YJA Starê Azize Onkol û endamê HPG'ê Rojhat Onkol da û got, "Em difikirîn ku em dikarin di vê serdemê de wekî xwişk û bira bijîn. Lê dev ji me berde, ew nikarin miriyên me jî tehemûl bikin."
DÎMEN HEYE