Baroya Amedê der heqê Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir

  • 14:33 1 Îlon 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, der heqê rojnameya Cumhuriyetê ku TJA krîmînalîze kiribû, serlêdana sûc kir. 
 
Rojnameya Cumhuriyetê demek berê rojnameger Gulistan Tekîk ku hatibû qetilkirin û Tevgera Jinên Azad (TJA) hedef girtibû. Rojnameyê, daxuyaniya Tevgera Jinên Azad (TJA) a di 24’ê Tebaxê de jî bi îmzeya Aytunç Urkmez bi sernavê “Ji rêxistina jinan a PKK’ê gaveke nû: Ji bo guherandina destûra bingehîn xebateke nû” weşandibû. 
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, derheqê rojnameya Cumhuriyetê de serlêdana sûc kir. Navendê ragihand ku wan bi sedema sûcên “Gel ji bo dijminatî û dijbertiya hev sor kiriye, nefret û cihêkarî” der heqê rojnameya Cumhuriyetê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirine.