KON-MED: Em piştgirî didin vê gava dîrokî

  • 09:19 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KON-MED têkildarî banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got, “Em vê gava dîrokî, weke wezîfeyeke esas dibînin. Divê were zanîn ku em ê her cure ked û fedakariyê raber bikin.”
 
Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi dîmen di serî de li Kurdistanê, li herêmê û cîhanê car din nîşan daye ku aştiya civakî çiqas girîng e û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan û gerîla bi berxwedaneke bêhempa hêza xwe nîşanî hemû cîhanê dan û ji bo çareseriya pirsgirêkan, şans û zemîn pêşkêş kirin.
 
KON-MED’ê ev tişt got, “Weke KON-MED em piştgirî dayîna vê gava dîrokî, weke wezîfeyeke esas dibînin. Divê were zanîn ku ji bo ev gava bi wate ya ku di dîroka mirovahiyê de mîna wê nehatiye dîtin, bigihije armanca xwe em ê her cure ked û fedakariyê raber bikin.
 
Bê guman aştiya civakî û siyaseta demokratîk wê ji bo her kesê bi sûd be. Geşedanên ku di rojên dawî de li herêmê qewimîne jî, girîngî û lezgîniya vê gava dîrokî bi eşkere nîşan daye. Li ser vî bingehî em bang li dewlet, rêxistinên navneteweyî, hêz û rêxistinên civakî û tevgerên polîtîk ên ku girîngî didin aştiyê dikin ku piştgiriyê bidin vê cesareta dîrokî.
 
Divê neyê jibîrkirin ku li Kurdistanê aştî tê wateya aştiya li herêmê. Aştiya ku li herêmê pêk were jî, wê li cîhanê rêya aştiyê veke.”