Jinên Rihayê:Wê pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe

  • 09:03 9 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
RIHA- Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinan  diyar kirin herî zêde hewcedariya jinan bi aştiyê heye û gotin hêviya wan ev e ku pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de 12’emîn pêk anî û biryara feshkirinê da. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK’ê gav avêtin lê dewletê hîna gav navêtiye. Jin li dijî polîtîka neçareseriyê bang dikin ku divê hemû aliyên civakê ji bo aştiyê gavê bavêjin.
 
Jinên ku tevli Komxebata Jinan a Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) ya Rihayê bûn der barê aştiyê de daxwazên xwe anîn ziman.
 
‘Ji bo aştiyê divê tiştên pêwist bên kirin’
 
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Rojda Çîçek daxuyakirin ku hêviya aştiya civakî girînge û wiha domand: “Ji bo aştiyeke mayîn de piştevaniya civakî girînge. Ji bo aştiya civakî çi pêwist be divê em bikin. Heman awayî daxwaza jinên li qadê jî di vî alî de ye.”
 
‘Aştî ji şer zehmetir e’
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad(TJA) Çîgdem Karakeçîlî daxuyakirin ku herî zêde jin û zarok ji şer bandor dibin û wiha dirêjî dayê: “Di êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Şengalê de jinên êzidî hatin firotin. Ev mînakeke. Şer bandorek psîkolojîk û fîzîkî li ser jinan dike. Ez pêvajoya niha erênî dibînim. Aştî ji şer zehmetir e. Ez hêvî dikim ku wê ev pêvajo bi aştiyê bi dawî bibe."
 
‘Wê ji bo hemû jinan bibin ronahî’
 
Hevseroka Karakopru ya Rihayê Gulîstan Yazar jî destnîşan kir ku di mijara aştiyê de fikra hevpar di azadiya jinê de ye û wiha bi lêv kir: “Ev pêvajo wê bi pêşengiya jin û ciwanan pêk bê. Dema bi jin û zarokan re hîmên pergalek nû bê avêtin wê pêşerojek xweş bê avakirin. Dema jinek şiyar bibe wê gelek jin şiyar bibin. Dema jin şiyar bibin wê ji bo hemû jinan bibin ronahî.”
 
‘Wê pêvajo aştiyê bîne’
 
Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Zozan Çîftçî jî wiha anî ziman: “Paradîgma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di azadiya jinan de rola pêşeng dilîze. Ji bo aştiyê çi ji destê me bê em bikin.Wek gelê Kurd hedefa me rêxistibûne. Hêviya me eve ku wê pêvajo aştiyê bîne.”