
Li Aydinê jinan pêvajo nîqaş kirin
- 17:14 3 Tîrmeh 2025
- Rojane
AYDIN - Li navçeya Dîdîm a Aydinê jin di çarçoveya ‘Di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de hevdîtinên jinan’ de hatin gel hev û pêvajo nirxandin.
Li navçeya Dîdîm a Aydinê jin di çarçoveya ‘Di avakirina Aştî û Civaka Demokratîk de Hevdîtinên Jinan’ de hatin gel hev. Hevdîtin li avahiya DEM Partî ya Dîdîmê pêk hat. Endama PM ya DEM Partiyê Aysel Baytiyar û endamên meclîsa jinan a Aydinê tevli bûn.
Aysel Bahtiyar Onsal daxuyakirin ku di pêvajoyek girîng û dîrokî de derbas didin û got pêvajo her kesî kirdeya damezerîner dibîne û wiha vegot: “Pêvajo ji aliyê yek kesî ve nayê meşandin. Paradîgma Birêz Ocalan zindî bû. Polîtîka komarê ya yekparêz û zayendperest pê negirtiye. Polîtîka wan rizyaye. Em jî paradîgmaya nû esas digirin.
Piştî axaftinan geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.