
Li dijî Dehaqan ber bi azadiyê ve (8)
- 09:06 20 Adar 2025
- Dosya
Newroz: Jin û jiyan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo jinên di Newrozê de bedena xwe dan ber agir nirxandinên kir û wek ‘yên jin kirin jiyan’ pênase kir, di alî fêmkirina geşedanên îro de perspektîfên girîng pêşkêş dike.
Newroza îsal bi banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê sibatê de bi rayagiştî re hat parvekirin tê pêşwazîkirin.
Nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên der barê Newroz û PKK’ê de, ji bo fêmkirina geşedanên îro girîng e.
Abdullah Ocalan di 21’ê Adara 1996’an de der barê Newrozê de nirxandi kir û li Kurdistanê jiyanê pênase dike.
‘Me rojên Newrozê de gav avêt rêbaza jiyanek nû’
Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Jiyan ji mirinê wêdetir hatiye têk birin. Ji êş, zor û zehmetiyê wêdetir, jiyanek ji mirinê bêtartir tê jiyanikrin. Lê li hember vê têkoşînek bi mezin heye. Me di van rojên Newrozê de gav avêt jiyanek nû.”
Rêberê Gelê Kurd diyar dike ku navê damezrandina PKK’ê di rojek Newrozê de hatiye avêtin û di rojeke Newreozê de gava yekemîn ya vê partiyê ya vê tevgerê avêtine.
Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Tê dîtin ku dijminê me çiqasî bi înyate. Ev ne tenê di dîrokê de, îro jî wisa ye. Vê carê jî bi diziya vê cejnê bi durûtiya bêhempa, heta duh bi êrîşan û bi qirkirina gelan re, vê Newroza ku dixwaze tine bike, ji xwe re dibîne û lanetê li gelê me dike. Cejna wî ya bê şerm heye, lê ji bo me qedexe û lanetek giran heye. Li Kurdistanê mîbyonan kes ketine riya têkoşîna jiyana nû. Hûn dibînin me gelê bi bi pirsgirêkek çawa re anî rû hev. Me mîlyon anî rewşa li dijî pirsgirêka jiyanê şer dikin. Jiyan rêzdariyê dixwaze. Mazlum Dogan şeva îro de biryara mirinê girt. Ev biryar girtîng e. Hevalên me ev roja vejînê bexwedanê çima anî roja mirinê? Bê wijdan bû, întîxar kir, li dijî jiyanê ne rêzdar bû? Na! Yê herî xwedî hişmendî bû. Xwedî azweriya jiyanê bû. Lê tevî vê biryara mirinê daye.”
‘Biryarek mezin bû’
Abdullah Ocalan wiha berdewam dike: “Tê zanîn ku berxwedana wê demê li zindanê rengekî din girt. Piştre jî cezayê darvekirina bi rûmet a Ferhat Kurtay hat dayîn. Ev jî biryareke pir mezin e. Û ev yek di rojeke biharê de çêbû. Agirê Newrozê yê bindestan di laşê xwe de wek çira Çaran pêxistin. Ew biryara mirinê jî biryareke mirinê ya pir mezin e. Ronahîkirina zindanê kiryareke xeniqandina zulm û tarîtiya xedar a ku hatibû ferzkirin bû. Dema ku îdiaya bindestan ew e ku bijîn, dev ji rêzgirtina jiyanê bernedin, sedema bingehîn a biryarê ev e; Şewitandina çaran biryarek bû ku vê yekê hîn pratîktir, girseyî û jiyanîtir bike. Ew biryarek mezin bû.”
Ev jiyan mezin hatiye bidestxistin!
Rêberê Gelê Kurd destnîşan dike ku di asta heyî de têkoşîna li Kurdistanê mezin bûye û jiyana nû di her şert û mercî de pêş dikeve. Rêberê Gelê Kurd van nirxandinan dike: “Em van rojên Newroza biharê bi rastiya têkoşîn, şer, bi wateya xwe ya rast û bi rengekî ku bi hêsanî ji destê me nayê girtin pêşwazî dikin. Tiştê herî bi zehmet ev e, lê yê ku dibêje 'ez hevdeng im, durust im, ez ê li gorî daxwazan tev bigerim'; Rastiya rojekê ye, rastiyeke jiyaneke nû ye ku divê bi hemû dijwariyan, bi her awayî bê parastin û serketineke tam e. Bi qasî ku em dixwazin tê de azadî heye. Her cure dewlemendiyên madî û manewî hene; Heya ku hûn hewcedariyên vê jiyanê, vê rojê û têkoşîna ku ferman dike pêk bînin. Bi taybetî jî bi lîstina rola pêşeng a têkoşînê divê heta dawiyê bi îrade û jêhatî pêwîstiyan bi cih bînin. Ev jiyan pir bi destketiye, we pir bi kar aniye û kiriye ya xwe.
Gelê me wê dest ji vê jiyanê bernede
Gelê me di vê esasê de biryara jiyanê daye. Ne partî, ne gelê me dest ji vê jiyanê bernade. Wê her tim ji bo vê têbikoşin.
Ji niha de coş û kêfa jiyana li quntara çiyayên Kurdistanê hezar carî ji şahiya jiyana alema emperyalîst ku dibêje ya min e û ya herî dewlemend e û tijî bangên jiyanê ye, xurtir e. Li wir rewşek mirovî ya westayî heye, lê rewşek me ya mirovî heye ku di her warî de pêş dikeve û çavên xwe li jiyanek nû vedike. Dema ku mirov li wir dibin kavil, monoton û robot; Li welatê me mirov dîsa çavên xwe li jiyanê bi hemû bedewiyên wê vedike.
Yên jin kirin jiyan
Divê em bibêjin ku em vê hêviya mezin beriya her tiştî deyndarê van şehîdên leheng in. Dîsa li welatê me jiyan bi navê jinê jî tê naskirin. Di van rojan de jî xwe şewitandina 4 keçên Kurdistanî heye. Zekiye, Rahşan, Berîvan, Ronahi navên herî mezin ên ku jin veguherînin 'jiyan' in. Jin ji her demê zêdetir di nava vî şerî de weke aliyekî jiyanê yê bi hêz cihê xwe dibîne. Û bêyî silavkirina van şehîdên jin ên qehreman, van şehîdên Newrozê yên mezin, van biryarên jiyanê yên bi hêz, ne mimkûn e ku jiyan were fêmkirin an jî edalet pêk were. Em dibêjin ku weke gelên ku gihiştine rastiya jiyanê, biryarên xwe girtine, her cure têkoşîn dane metirsiyê, ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya mirovahiyê em bi israr in. Dîsa li ser vê bingehê, partiyeke bi rêbertiyê ve girêdayî wê ji her demê zêdetir rola xwe bilîze, ne tenê weke partiyeke teng a rizgariya netewî, her wiha weke partiyeke ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêviyeke girîng. Gelê me wê bikeve dîroka jiyana azad ku wê ji her demê zêdetir nekeve nava vê dîroka lanetkirî, wê ji bo vê dîrokê gelek caran bedel bide. Heta ku serketina herî berfireh berdêla hemû mirovahiyê bide ev dê bidome.”