Pervîn Buldan: Dê bang gelek tiştan biguhere

  • 14:05 19 Adar 2025
  • Rojane
WAN - Endama Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan li Newroza Wanê axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got, "Ev bang wê li welat gelek tiştan biguhere. Deriyê aştiyê vebû, gavên ku ev firsend neyê windakirin divê bên avêtin." 
 
Endama Şanda Îmraliyê  û Parlamentera  Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî)  Pervîn Buldan di Newroza Wanê de axivî. 
 
Pervîn Buldan, anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd têkoşîna azadiyê ye û got, "Em vê Newrozê bi mizgîniyê pîroz dikin. Me ev mizgînî  ji Birêz Ocalan ji Îmraliyê anî. Dema ku tevahiya Rojhilata Navîn veguherî qada şer, Birêz Ocalan rêyeke nû vekir. Îro ji Wanê heta Edîrneyê her kes vê rih û pêvajoyê hembêz kir. Ji Ocalan re hezar silav. Banga Civaka Demokratîk wê li vî welatî gelek tiştan biguherîne. Birêz Ocalan 30 sal in vê pêvajoyê dihûne. Niha derfetek heye. Pêwîste gavên ev firsend neyê windakirin bên avêtin."
 
'Ev bihar wê bibe bihareke din'
 
Pervîn Buldan got: "Em dibêjin maf, edalet, hiqûq, nasname û zimanê gelê Kurd. Divê em destûrê nedin kesên ku hewl didin van hemûyan sabote bikin. Em ji kesên ku vî welatî bi rê ve dibin re dibêjin bila vê fersendê ji dest nedin. Em dizanin ku yên hewl didin vê pêvajoyê têk bikin hene. Operasyon û tayînkirina qeyûman hene. Ji ber ku ev hemû sabotaj in, Ev bihar wê bibe bihareke din." 
 
'Bila çek bên bêdengkirin û siyaset biaxive'
 
Herî dawî Pervîn Buldan ev tişt anî ziman: "Me got bila çek bên bêdengkirin, bila siyaset biaxive. Bila zarokên vî gelî êdî neyên kuştin.  Bila ev Newroz bibe Newroza Aştî û azadiyê."