Li dijî qetilkirina jinan ji 12 rêxistinan banga hestiyariyê

  • 13:43 19 Adar 2025
  • Rojane
  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 12 rêxistinên Başûrê Kurdistanê ragihandin ku divê tu jin di nava jiyaneke tije tundî û metirsiya kuştinê de nejîn û gotin: “Jin di her qadê de bi tundî û kuştinê re rû bi rû dimînin.”
 
Şeva 13’ê Adarê bijîşkek ku tê gotin xwediyê nexweşxaneyeke taybet a Hewlêrê ye bi navê ‘S-M’ çû mala xezûrê xwe û gule li hevjîn, xwîşka hevjîn, xezûr û xesûya xwe barand. Her wiha du zarokên xwe jî birîndar kirin. Kiryar piştre hate girtin.
 
Li ser vê yekê 12 rêxistinên jinan û civaka sivîl li dijî kuştina jinan  daxuyaniyeke hevpar dan.
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê tu jin nekeve bin metirsiya tundî û kuştinê û wiha hate gotin: “Zewaca bi darê zorê, zordestî û sînordarkirina mafên jinan curên tundiyê ne û rê li ber sûcên hovane vedike. Ev trajedî ya bibîrxistinê ye ku tundî dikare bandorê li her kesî bike, bêyî ku asta perwerdeyê, pîşe, rewşa civakî û olî berçav bigire. Ji ber vê yekê tundiya li ser bingeha statuya civakî bê sînore. Em daxwaza edaletê dikin ku divê kujerên jinan li gorî qanûnê bên darizandin."
 
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate ragihandin: “Divê çapemenî nûçeyên bi berpirsyarî ragihîne, tundiya li ser bingeha civakî şermezar bike, ji sûcdaran li pêşberî hiqûqê hesab bê pirsîn û tundî neyê asayîkirin. Divê tu dezgehên çapemeniyê destûrê nedin ku kujer sûcên xwe biparêze yan jî rewa bike.”
 
Rêxistinên ku daxuyanî dane wihane: -Rêxistina Siyed, -Rêxistina Asûda ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, -Rêxistina Me ji bo Pêşxistina Mirovî, -Rêxistina Çavkaniya ji bo Pêşxistina Mirovî, -Rêxistina Mesele ya ji bo Pêşxistina Hêza Mirovî, -Yekitiya Jinên Kurdistanê, -Yekitiya Afretên Kurdistanê, -Rêxistina INMA ji bo Pêşxistina Mirovî, -Navenda Move ji bo Pirsgirêkên Mafên Mirovan, Rêxistina Bihêzkirina Jinan, -Navenda Metro ji bo Azadiya Çapemeniyê û -Tora Hevbendî ya 19 ya ji bo Azadiya Ramanê.