
Ji Newroza Tetwanê peyama 'Banga aştiyê ji bo me hemûyan e'
- 13:18 19 Adar 2025
- Rojane
BEDLÎS - Di pîrozbahiya Newroza Tetwanê de peyam hat dayîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê jî feydeyê bîne.
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Fuarê hat lidarxistin û bi alên nivîsa “Newroza azadî” hate xemilandin. Welatiyan cil û bergên Kurdî li xwe kirin û bi saetan li ber stranên kurdî govend gerandin. Çalakvanan gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiyê de got ku Newroza 2025’an ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîng e û got: “Em, Newroza birêz Ocalan û girtiyên siyasî pîroz dikin. Meşaleya azadiyê ya Kawayê Hesinkar vêxistî, bi banga birêz Ocalan re me û gelên herêmê ronî dike.
Ev bang ji bo dewlet û îktîdarê jî bû. Heta niha digotin bila birêz Ocalan bang bike. Em li giravê 4 saetan li cem birêz Ocalan bûn. Bi hevalên girtî re bûn. Di esasê xwe de birêz Ocalan ji bo welatekî têk çûyî, demokrasî, azadî û aboriya wê tune bûye deriyeke nû vekir. Firsenda demokratîkbûnê afirand. Birêz Ocalan got dev ji polîtîkayên înkar û yekperestiyê yên 100 sal in didomin berdin. Got xwedî wijdan bin, ziman û nasnameya Kurdan red nekin. Birêz Ocalan got demokrasî û ji bo van gotinên birêz Ocalan bi ser bixin, em soz didin ku dê Newroza 2025’an bikin firsenda avakirina zemîna demokrasî û birêxistinkirinê. Divê dewlet û hikûmet ji bo daxwazên gelê Kurd gavan biavêjin. Em bi banga birêz Ocalan re ne. Rêxistina birêz Ocalan jî piştgirî da. Wê demê dora dewletê ye û divê pêdiviyên bangê bicih bîne. Her ku ev pêvajo dirêj bibe dê ji provokasyon û sabotajan re vekirî be. Heke hûn nexwazin rastî provokasyon û sabotajan were, wê demê bi vê bangê bikin.
Dema me qala demokrasî, azadî û wekheviyê dikir, di sersibehê de li dijî birêz Ekrem Îmamoglû û zêdetirî 100 rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran operasyon kirin. Em vê operasyonê şermezar dikin û red dikin."
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî piştî Tuncer Bakirhan axivî û got: "Di demokrasiyê de, hilbijartin ceribandina herî mezin e. Niha di hilbijartinan de winda dikin. Bi rêya darazê mûxalîfên xwe binçav dikin, dixin girtîgehê, dû re qeyûm tayîn dikin û dibêjin, ‘em ji vê re bibêjin demokrasî.’ Tiştekî wiha nîne. Demokrasiyeke wisa tune. Ev jî hewldana astengkirina meşa aştiyê ye. Em vê dibînin. Em qet nefikirîn û nafikirin ku aştî û demokrasî ji hev serbixwe ne. Di van operasyonên edlî de daxuyanî didin û dibêjin ku tu kes neparêz e.
Hikûmet çi sûcan bike bila bike, tu dozger destê xwe nade wan, lê ew ê muxalefetê bikin. Bê guman em ê ji bo avakirina aştiyê bixebitin û herî zêde hûn vê yekê heq dikin. Yên ku siberoja azad, siberoja geş û azadiya jiyana bi hev re heq dikin hûn in. Ji bo vê em ê aştiyê bi dest bixin. Ji me jin, ciwan, ji heftê heta heftêyî her kesî dest pê bike em ê aştiyê bînin van xakan.
Banga Birêz Ocalan li hemû cîhanê deng veda. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo me hemûyan e. Em ê vê bangê bi hev re pêk bînin. Em ê li her derê bi ziman, çand û nasnameya xwe wek welatiyên azad bijîn. Em gelekî nêzî wê ne. Em ê di demeke nêz de vê aştiyê di destên xwe de bigirin. Em ê hemû bi hev re bigirin. Ev Newroz Newroza sibeyên geş e. Me sedsala xwe winda kir, em naxwazin sedsalên nû winda bikin."
Newroza 2025'an li Tetwanê bi coşek mezin bi gerandina govendê hat pîrozkirin.