Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

  • 12:34 19 Adar 2025
  • Rojane
AMED - Du roj beriya Newroza Amedê ya dîrokî, li bajêr her kes ket nava kelecana cejnê. Derdora Amedê bi wêneyên rengîn hat xemilandin, welatî jixwe di nava heyecan û coşê de ne.
 
Hem welatî hem jî bajar ji bo Newroza Amedê ya ku îsal ji her demê zêdetir bi wate û xurtir tê pîrozkirin, amade ne. Newroza ku wê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bê organîzekirin, wê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" bê pîrozkirin.
 
Hem bi kanalên dijîtal û hem jî bi çalakiyên li taxan tên lidarxistin bi rojan gel ji bo mîtînga mezin a Newrozê tê vexwendin. Bi pîrozbahiyên taxan re coşa Newrozê li tevahiya bajêr belav dibe, bangawazî dewam dike.
 
Ji Newrozê re çend roj mane, ne tenê Qada Newrozê ya ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin, hemû kuçe û kolanên Amedê amadekariyên xwe temam kirin. Xalên ketin û derketina bajêr, kolan û meydanên sereke bi alan hatin xemilandin; Daxuyaniyên Newrozê li ser bîlboardan derketin.
 
Amadekariyên li Qada Newrozê li ber qedandinê ne.