
Ji Wanê peyama 'Em li gel banga Abdullah Ocalan e'
- 12:07 19 Adar 2025
- Rojane
WAN - Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Wanê bi heybet destpê kir, ji qadê dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin û ji bo banga Abdullah Ocalan peyamên piştgiriyê hatin dayîn.
Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi dirûşmeyên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Bi deh hezaran kes ji navenda bajar, navçeyên derdor û taxan ber bi Qada Newrozê ya li peravên Kela Wanê ve herikîn.
Ji qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" her ku diçû zêde dibû. Ciwan û jin bi cil û bergên xwe yên rengîn herêm veguherandin rengan. Her wiha alên zer, sor û kesk hatin hilgirtin.
'Em piştgiriyê didin banga Birêz Ocalan'
Bername ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Komîteya Amadekar a Newrozê kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn silav kir. Hevserokê bajêr ê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî jî got, "Ji bo em werin roja îro me têkoşîneke mezin da. Em diyar dikin ku em ê piştgiriyeke mezin bidin banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan. Heta aştî pêk were em ê têkoşînê bidomînin."
Hevseroka DBP'ê ya bajêr Gonûl Uzunay jî got, "Gelê Wanê di dîrokê de destek daye têkoşîna xwe. Gelê Wanê jî wê piştgiriyê bide banga Birêz Ocalan. Gelê me jî wê erka xwe pêk bîne. Ya herî girîng a niha azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e."