
Li rojnameger Eylem Babayîgît ceza hat birîn
- 11:46 19 Adar 2025
- Hiqûq
STENBOL - Di danişîna ewil a dozê de, salek, 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Eylem Babayîgît hat birîn. Eylem Babayîgît di heman demê de hat berdan.
Yekemîn danişîna doza ku rojnameger Eylem Babayîgît bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), endamên Basîn-Îşê yên DÎSK'ê û malbata Eylem Babayîgît beşdarî danişîna ku Eylem Babayîgît lê amade bû, bûn.
Eylem Babayîgît di parastina xwe sûcên li ser xwe qebûl nekir.
Parêzer Nagehan Avçil jî da zanîn darizandin mudaxaleya li dijî azadiya çapemeniyê ye.
Biryara tehliyeyê
Dadgehê bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” salek 6 meh û 22 roj ceza li Eylem Babayigit birî û biryara berdanê da.