Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê komkujiya li Kobanê şermezar kir

  • 13:42 17 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê kir şermezar kir û ragihand ku êrîş sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
 
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê daxuyaniyek weşand û got, "Em êrîşa SÎHA ya li ser gundê Berxbotanê yê Kobanê lanet dikin."
 
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşa ku di encamê de 7 jê zarok 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev sûc ê wan hêzan e ku naxwaze aştiyeke bi rûmet bê vê xakê. Karê wan hêzan e ku dixwazin bi şer û kaosê banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan sabote bikin."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê li dijî her cûre êrîşên li ser hêviya aştiyê bin û weke jin, ciwan û gel ji bo ronîkirina hêzên li pişt vê êrîşê têbikoşin.