
Serlêdanên ji bo Rojên Şanoyê yên Amedê dest pê kirin
- 13:00 17 Adar 2025
- Çand û Huner
AMED - Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê ku dê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin ve bê lidarxistin, dest pê kirin.
Serlêdanên ji bo 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê ku dê ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bê lidarxistin, dest pê kirin. Amadekariyên 10’emîn Rojên Şanoyê yên Amedê didomin û dê di navbera 25’ê Nîsanê û 4’ê Gulanê de di bin sîwana Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de bê lidarxistin.
Komên ku dixwazin beşdarî Rojên Şanoyê bibin, hewceye serlêdanên xwe herî dereng heta 31’ê Adarê roja duşemê bikin. Kom, dikarin li ser navnîşana maîlê ya "amedsanofestival@gmail.com" û hejmar telefonê ya "0412 502 90 18" serlêdanên xwe bikin.
Ji bo nirxandina serlêdanên koman hewceye agahiyên têkildarî “komê, vîdeoyên lîstikên ku dê pêşkeş bikin, materyalên dîtbarî û kunyeyê” heta 31’ê Adarê roja duşemê ji navnîşana "amedsanofestival@gmail.com" re bişînin.