
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo aştiyê wê agirê Newrozê bê geşkirin
- 16:28 11 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di aşkerakirina Deklarasyona Newrozê ya li Stenbolê de axivî û wiha got: “Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin.”
Deklarasyona Newroza 2025’an li Stenbolê hate aşkerakirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî aşkerakirina deklarasyonê axivî. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku dirûşma Newrozê ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe bersiveke xurt. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku ew ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin û got: “Banga Abdullah Ocalan, banga aştiyê ye. Banga jiyaneke wekhev, avakirina jiyaneke hevpar a bi hemû gel û baweriyan, banga rêzgirtina li nasnameyan, xweîfadekirina azad, rêxistinkirina demokratîk, têkoşîna li ser bingeha maf û wekheviyê û edaletê ye.”
‘Divê şert û mercên xebatê bên başkirin’
Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Heke civak rêxistinkirî be, di mijara wergirtina mafên xwe de dê bikare gavê xurt biavêje û teqez mafên xwe bistîne. Banga me ya Newrozê jî ji bo xurtkirina vê zemînê ye. Ji bo zemîna vê banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan çêbibe, divê ji ewil tecrîd bê rakirin û derfet bê dayin ku hevdîtin bi hemû derdoran re bên kirin. Divê birêz Ocalan bikare bi rêxistina xwe re pêwendiyan deyne û qenalên ragihandinê heta dawiyê bên vekirin. Her wiha divê şert û mercên xebatê bên başkirin.”
Erk û berpirsysariyarî
Tulay Hatîmogullari di berdewamiyê de ev tişt gotin: “Weke derdorên siyaseta demokratîk em heta dawiyê xwedî li vê bangê derdikevin. Ji bo zemîna qanûnî, hiqûqî û demokratîk a vê pêvajoyê divê şert û merc bên avakirin. Di vê mijarê de gelek bepirsyartî dikevin ser milê dewlet û îktîdarê. Ji ber ku birêz Ocalan got ‘Ez hemû berpirsyartiyê digirim ser xwe.’ Rêxistinê jî got ku dê bi bangê bikin, li gorî wê tevbigerin û ji bo vê divê zemîna wê were avakirin. Di hemû hevdîtinên me yên bi rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên beriya bangê de jî peyamên erênî hatibûn dayin. Niha dora dewlet û îktîdarê ye ku erk û berpirsyartiyên xwe bicih bîne. Lewma em li benda vekirina qenalên hevdîtinê û avakirina zemîneke qanûnî û hiqûqî ne. Em dikarin bi hev re li qadên Newrozê mizgîniya vê bidin.”
Geşedanên li Sûriyeyê
Tulay Hatîmogûllari, komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin bi bîr xist. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser peymana di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatiye avakirin û anî ziman ku ev peyman ji bo gelê Kurd û gelên din pir girîg e. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew hêvî dikin ev peyman bibe wesîleya pêşîlêgirtina zext û komkujiyên li ser Elewî û Xiristiyanan.
Agirê Newrozê
Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û mezinkirina banga Aştî û Civaka Demokratîk dê agirê newrozê li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê geş bikin û wiha bi dawî kir: “Em bang li gelê xwe dikin ku banga birêz Abdullah Ocalan li qadan mezin bikin. Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin.”