Li Kobanê komkujiya Elewiyan hat protestokirin
- 15:24 11 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî Elewiyên li peravên Sûriyeyê meşiyan.Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û xwedekaran ji bo şermezarkirina komkujiyên li dijî sivîlan ên li herêmên perava Sûriyeyê, li Kobanê meşek li dar xist.
Meşê ji Qada Jina Azad a dest pê kir û û heta Qada Aştiyê dewam kir. Li wir berdevka ‘Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan’ a Kantona Firatê Eyşe Efendî komkujiyên li peravên Sûriyeyê yên li dijî sivîlan şermezar kirin û diyar kir divê hesabê komkujiyan were pirsîn.
Eyşe Efendî destnîşan kir ku divê êdî komkujiyên li dijî gelan, bi taybetî gelê elewî werin rawestin û wiha pê de çû: “Divê êdî aştî û aramî li seranserî herêma Sûriyeyê pêk were. Me di destpêka şoreşê de qala aşitî û aramiyê dikir û divê hemû pêkhateyên li Sûriyeyê destê xwe bixin destê hev da ku armancên şoreşê yên aştî û aramiyê pêk werin. Divê Sûriye bibe Sûriyeya aştî û aramiyê. Divê cihê hemû pêkhateyan li Sûriyeyê hebe."
Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.