
Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin
- 14:40 11 Adar 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Li navçeya Odemîş a Îzmîrê Olcay G, jina bi navê Fatma Kara qetil kir.
Li navçeya Odemîş a Îzmîrê Olcay G, hevala xwe ya berê Fatma Kara qetil kir. Piştî agahî hat dayîn ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Gumanbar Ocay G hat binçavkirin. Fatma Kara jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Fatma Kara piştî lêpirsînkirina dozger rakirin Morga Tipa Edlî ya Îzmîrê.
Hat hînbûn ku Olcay G bi dehan carî tundî li Fatma Kara kiriye û ji ber vê der barê wî de biryara durxistinê hatiye girtin.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.