
Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
- 16:02 22 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Platforma Jinan a Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û tundiya polîsan a li ser kesên hatin binçavkirin da û got: “Ne êrîşên we û ne jî polîsên we nikarin me bitirsînin. Em ê serî li ber polîtîkayên we yên qeyûm netewînin."
Platforma Jinan a Wanê têkildarî qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku 15'ê Sibatê de hat kirin û gelek kes bi tundiya polîsan re rûbirû man û b hatin binçavkirin, P li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin.
'Polîtîkayên qeyûman têkoşîna jinan hedef digirin'
Di daxuyaniya Platforma Jinan a Wanê de ev tişt hatin gotin: “Polîtîkayên qeyûm ne tenê îradeya gel hedef dikin û di heman demê de ku têkoşîna jinê ya di siyasetê de, li kolanan û li hemû qadên jiyanê hedef digirin. Ji ber vê yekê li Wanê jinên ku ji bo parastina îradeya gel li ber xwe didin û li dijî desteserkirina qeyûman dadikevin qadan, bi awayekî sîstematîk dibin hedef û hewl didin wan bêrûmet bikin û bitirsînin.”
'Qeyûn dê derkevin û em ê bimînin'
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Li dijî tundiya polîsan a ku jinan dike hedef, tehdît dik, demildest bikevin nava tevgerê. Bêceza hiştina van êrîşên li dijî jinan hevkarî ye. Ne êrîşên we û ne jî tundiya polîsên w nikarin me bitirsînin! Jin li kolanan, jin li qadan, jin li ber xwe didin! qeyûm wê derkevin, em ê bimînin. Em ê parastina vîna gel û azadiya jinê bidomînin.”