Platforma Tenduristiyê: Bê zimanê dayikê tenduristî nabe

  • 13:41 21 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
AMED - Bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Platforma Tenduristiyê ya Amedê daxuyaniyek da û got: "Ji ber 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em dixwazin astengiyên li ber bikaranîna zimanê zikmakî werin rakirin û her kes karibe bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bibîne."
 
Derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Platforma Tenduristiyê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Bê zimanê dayikê tenduristî nabe, bê ziwanê maye weşîye nêbena" hat vekirin. Ligel endamên platformê, Komeleya Jinan a Rosa û nûnerên saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Çalakvan pêşmalkên li ser "Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê û bêpere û bi qelite" hatî nivîsin li xwekirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Bi rêya zimên nasname, kesayetî, xwebûn û çand ava dibe, pêş dikeve, mirov bi zimanê xwe yê zikmakî hest û ramanên xwe tînin zimên. Wek ku Celadet Elî Bedirxan di Kovara Hawarê de gotiye 'Ziman şertê heyînê yê pêşîn e'. Polîtîkayên qirkirina çandî û tunekirina hebûnê di sed salên dawî de bi rêya qedexekirina zimên ve tê kirin. Ev polîtîka bi xwe, li ber xwe gihandina xizmetên tenduristiyê jî astengî ava dike. 
 
Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê yê bingehîn e. Ji bo xizmeteke wekhev û hêja divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn, astengiyên zimên divê werin kêmkirin ku di navbera nexweş û kedkarên qada tenduristiyê de têkilî, ragihandin û bawerî çêbe. 
 
Xala herî sereke ya qada tenduristiyê zirar nedayina nexweşan e. Bêyî femkirina nexweş û zimanê wan çawa pêkan dibe ku zirarê nedin nexweşan? Bi rê girtin, binpêkirina mafê bikaranîna zimanê zikmakî re zirara yekem pêk tê. Ji bo ku rê li ber zirardayinê bigirin û xizmetên tenduristiyê werê dayîn divê cudahî nekin navbera nijad, netewe, ziman, zayend, bawerî û çînê. Lê belê li Tirkiyeyê ji bo cudakariyê di qada tenduristiyê de tune bikin, tu gaveke fermî nayê avêtin. 
 
Ji bo bi rêya xeta telefonê xwe gihandina mafê tenduristiyê de, heta niha ji bo zimanê neteweyên ku li Tirkiyeyê dijîn guhertinek nîne. Bûyereke herî dawî ku li Sêrtê pêk tê, Fatma Surmelî ji ber ku Tirkî nizane nayê tedawîkirin û hewl didin ku sewkî nexweşxaneyeke bajarê din bikin. Ev kirin û biryar bixwe cudakariya navbera netewe û zimanan nîşan dide. Li gel vê yekê li gellek nexweşxaneyên bajarên ku kurd lê dijîn ji bo şewirmendiyê bi xwe jî derfeta wergerê nîne. Ji ber ku bi rêya wergerê xizmeta tenduristiyê dayîn, taybetiya di navbera nexweş û xebatkarên tenduristiyê de bin pê dike divê li nexweşxaneyên ku li herêmên ku kurd lê dijîn xebatkarên tenduritiyê yên ku bi kurdî bizanin bixebitin. 
 
Ji bo di qada tenduristiyê de pirsgirêka zimanê zikmakî çareser bikin, divê perwerdeya bi zimanê zikmakî di hemû astên perwerdeyê de fermî bibe, bi zimanê zikmakî jiyîn di her qadê de bê parastin. Wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê em xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin. 
 
Ji ber 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em dixwazin astengiyên li ber bikaranîna zimanê zikmakî werin rakirin û her kes karibe bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bibîne."