
TAJÊ ji Sekreterê Giştî yê NY’yê re name şand
- 11:58 21 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ derbarê yasaya rewşa kesî û yasaya efûya giştî de, ji Serokomarê Îraqê, Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres, Nûnertiya UNICEF’ê ya Îraqê, Mîsyona Alîkariyê ya NY’yê ya li Îraqê û welatên jenosîdê nas kirine re name şand.
Di 20’ê Çileyê de Parlamentoya Îraqê Yasaya Rewşa Kesî ku rê li ber zewicandina zarokên keç ên 9 salî vedike, jinan ji mafên wan bê par dihêle û Yasaya Efûya Giştî ku rê li ber berdana çeteyên DAIŞ’ê vedike, tevî hemû berteman jî erê kir.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî ji bo pêşîgirtina xetereyên ku her du yasa bi xwe re tînin û avakirina hişyariyeke navneteweyî, nameyek amade kir. TAJÊ nameyê ji Serokkomarê Îraqê Abdulletîf Reşîd, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres’e, Nûnertiya UNICEF’ê ya Îraqê, Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê (UNAMI) û 14 welatên ku fermanê bi fermî nas kirine re şand.
Tevî hemû bertekan jî yasa hatin erêkirin
TAJÊ di nameyê de bal kişand ser dîroka ku her du yasa ketine rojeva parlamentoya Iraqê. TAJÊ diyar kir ku di 5’ê tebaxa 2024’an de, yanê nêzbûna 10’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, parlamentoyê her du yasayan kiriye rojevê û wiha got: “Di serî de jinên Êzidî û tevahî jinên Îraqî, bi giştî civakê nerazîbûneke tund nîşan dan. Lê tevî vê jî parlamentoya Îraqê guh neda dengê jinan û civakê, di 20’ê Çileyê de ev her du yasa erê kirin.”
Bi dehan gorên komî hene ku hîn nehatine vekirin
Di nameyê de hat destnîşankirin ku di Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi taybetî jinên Êzidî bûne hedefa hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê. Hat bibîrxistin ku hê jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî nayê zanîn û ev tişt hatin gotin: “Ev deh sal di ser fermanê re derbas bûn, hê jî sûcdarên fermanê nehatine dîtin. Bi dehan gorên komî hene ku hîn nehatine vekirin û ji bo dîtina bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî jî, tu hewlek nayê dayîn.”
Îraq bi yasayan rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike
Di berdewama nameyê de TAJÊ ragihand ku li Îraqê bi sedan şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene û bi sedan endamên DAIŞ’ê di zîndanên Îraqê de ne û wiha pê de çû: “Yasaya efûya giştî rê li ber berdana DAIŞ’iyên ku niha di zîndanên Îraqê de ne, vedike. Ger DAIŞ’iyên di zîndanê de ne bên berdan, ew ê hejmara wan bighê bi hezaran. Wê demê ewê DAIŞ ji berê bêtir bi hêz bibe û zindî bibe. Ev yek xeterî tenê li ser Îraqê nade avakirin, dê li ser welatên cîran û heta Ewropayê jî xeterî bide avakirin. Wê DAIŞ carekî din bibe belaya serê cîhanê. Hikûmeta Îraqê bi awayekî yasayî, rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê û feraseta wê vedike. Bi rêya vê nameyê em wekî jinên Êzidî dixwazin ku xeteriya heyî bê dîtin. Ev yasa xeteriyek mezin e li ser tevahî civak û netewên li Îraqê dijîn. Yasaya efûya giştî ku çeteyên DAIŞ’ê jê fayde digrin û di encamê de dibe sedema berdana wan, dê rê li ber komkujî û fermanên nû veke.”
‘Xeteriya fermanên nû heye’
TAJÊ di nameya xwe de pirsa ‘Hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî (UN) û 14 welatên ku jenosîda 3’yê Tebaxa 2014’an bi fermanî nas kirine, çima bêdeng in?’ kir û wiha got: “Welatên ku jenosîda 74’emîn a 3’yê Tebaxa 2014’an bi fermî nas kirine ku di heman demê de ev welat endamên Netewên Yekbûyî ne, di dema naskirina jenosîdê de bal kişandin ser parastina Êzidiyan a ji jenosîdên nû. Lê îro li ser civaka Êzidî ku li Îraqê dijîn û li ser pêkhateyên din jî xeteriya jenosîdên nû hene. Em dixwazin ev xeterî bê dîtin. Li ser civaka Êzidî, jinên Êzidî xeteriya komkujî û fermanên nû heye, ger ev yasa neyên betalkirin dê komkujiyek nû rû bide û berpiryarê wê jî hikûmeta Îraqê ye.”
Yasaya ku rê li ber zewaca zarokên keç ên 9 salî vedike
Her wiha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bal kişand ser xetereya li ber zarokên keç ku dê bikaribin wan di temenê zarok de bidin zewicandin jî. TAJÊ da zanîn ku ev dê bibe binpêkirina mafê jiyanê û nameya xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Ji hêla din ve yasaya rewşa kesî ku rê li ber zewaca zarokên keç ên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî vedike, ne li gorî yasayên navneteweyî, mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî ye. Ev yasa tê wateya binpêkirina mafê jin, zarok û civakê, tê wateya binpêkirina jiyanê. Ji bo rê li pêşiya van xeteriyan were girtin, em ji we daxwaz dikin ku hûn jî bi erk û berpirstiyartiya xwe rabin û ji bo betalkirina van yasayan zextê li hikûmeta Îraqê bikin.”