Ji jinan bang: Li dijî êrişan têkoşîneke cîhanî bimeşînin
- 15:16 4 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên li hember Kantona Efrîn- Şehbayê, 3 rêxistinên jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga têkoşîneke cîhanî ya yekgirtî kirin û gotin “Bila dagirkerî û tawanên li ser gelên herêmê bidawî bibin.”
Êrişên çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra)” ên li ser gelên Kantona Efrîn-Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam dikin, rastî bertekên tund tên. Li hember êrişên ku bi taybetî jî gelê Kurd dorpêç kirine, rêxistinên jinan li Qamişloyê daxuyanî dan çapemeniyê. Bi amadekariya bi dehan endamên Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê, Weqfa Jinên Azad li Sûriyê û Meclîsa Jinan a Meclîsa Îslama Demokratîk daxuyanî pêk hat. Jinan bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kirin û banga piştgiriyê kirin. Rêxistinên jinan her wiha ji bo rawestandina şer bangewazî kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tiştê li Sûriyê diqewime, bi rewşa navdewletî û herêmî ve girêdayî ye. Rêxistinên jinan destnîşan kirin ku hêzên mezin ên nakok bi proje û daxwazên kolonyalîst ên mîna dewleta Tirk a Osmanî di nav xwe de dihewîne. Daxuyanî wiha berdewam kir: “Armanca wê, ji holê rakirina projeya Rêveberiya Xweser û dagirkirina xakên nû li Sûriyê ye. Dixwazin bi rêya Eniya ‘El-Nusra’ ku di lîsteyên terorê yên navneteweyî de cih digire, DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin.”
Rêxistinên jinan bi bîr xistin ku di sala 2018’an de jî komkujiyên wiha pêk hatine û wiha berdewam kirin: “Îro em dibînin ku senaryoya sala 2018’an dîsa li dijî gelê me li Şehba û Til Rifatê tê dûbarekirin. Di vê êrişê de jin û zarok jî di nav de bi deh hezaran kesên koçber bûne qurbanî. Ev êriş planeke ku ji demeke dirêj berê hatibû sozdan û îro jî dîyar dike ku li ser erdê hat bicihkirin. Ev kiryarên hovane û tawankar ên ‘El-Nusra’ ya terorîst, dûrî nirxên mirovî û exlaqî ne. Dîroka van komên çete tijî komkujiyên li dijî sivîlan, jin û zarokan e.”
Rêxistinên jinan dan zanîn ku ji ber vê yekê ev rêxistinên jinan ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her jinek azad, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Heleb, Şehba û Til Rifatê şermezar dikin. Jinan di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinan kirin da ku ji bo rawestandina van êrişên terorîstî têkoşîneke cîhanî û yekgirtî bidin meşandin.
Daxuyaniya rêxistinên jinan, bi vê bangewaziyê bidawî bû: “Her wiha em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, civaka navneteweyî, dewletên garantor û hemû rêxistinên femînîst ên ku bi jinan re eleqedar in dikin. Bila ji bo peydakirina pêdiviyên ji bo kesên ku bi darê zorê ji warên xwe koçber bûne, bi lez destwerdanê bikin. Her wiha alîkariyê ji wan re peyda bikin û ji bo bidawîkirina van bipêkirin û tawananên li dijî gelan bixebitin.”