Xebatên mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' dewam dikin
- 20:52 14 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Li dijî tayinkirina qeyûman a li ser şaredariyan, li saziyên sivîl, kargehên tekstîlê û sûkan serdan hatin kirin û banga tevlîbûna mîtînga 17'ê Mijdarê hat kirin.
Xebatên ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya ku wê di 17'ê Mijdarê de li Êlihê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bê lidarxistin, dewam dikin. Aktîvîstên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di serdanên xwe yên li saziyên sivîl, kargehên tekstîlê û bazaran de belavok belav kirin û banga tevlîbûna mîtîngê kirin.
Heyet ewil saziyên sivîl ziyaret kir û welatî vexwend mîtîngê. Heyet piştre Grup Organize Sanayi Tekstil ziyaret kir. Hat diyarkirin ku ji ber polîtîkayên tecrîdê ne tenê li dijî qeyûman û desteserkirina îradeyê, ji bo daxwaza azadî û demokrasiyê jî mîtîng bê lidarxistin. Di dawiyê de heyetê serdana bazara gel a Taxa Cûdî kir. Li vir li esnafan broşur hatin belavkirin, girîngiya tevlîbûna xurt a mîtîngê jî hate kirin.
Banga mîtîngê wê bidome.