25'ê Tîrmeha 2020'î: Fînala kampanyaya 'Têkoşîna jinê li her derê ye'

  • 09:01 25 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Fînala kampanyaya 'Têkoşîna jinê li her derê ye' ya Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya ku di 8'ê Hezîrana 2020'î de hat destpêkirin li Parka Kugulu ya Çankayaya Enqereyê hat kirin. 
 
Hin bûyerên girîng ên di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1990: Meşa bi dirûşma "Meşa ji bo jiyanek bi rûmet û azad" a parlamenterên Partiya Kedê ya Gel (HEP) ku ji Stenbolê dan destpêkirin li Amedê bi tevlibûna 10 hezaran veguherî mîtîngê.
 
2010: Li Bursayê piştî mîtînga MHP'ê komên nîjadperest hewl dan kurdan lînç bikin. Piştî êrîşê waliyê bajar di daxuyaniya da de got, "Kesên çalakî kirine yên ji welatê xwe hez dikine."
 
2014: Di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Otela Madimaka Sêwasê 35 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî komkujiya li Otela Madimakê, Dadgeha Bilind dosyaya derbarê 7 bersûcan de bi hinceta ketiye ber demboriyê, girt. 
 
2014: Hunermenda sînema û şanoyê ya tirk Çolpan Îlhan di 25'ê Tîrmehê de ji ber qeyrana dil ku derbas kir jiyana xwe ji dest da.
 
2014: Li Stenbolê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê û yên Israîl ên li hemberî Filistînê li Stasyona Metroyê ya Aksarayê çalakiya rûniştinê li dar xistin û Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê jî piştgirî da çalakiya Dayikên Aştiyê. 
 
2015: Jinên sînemavan ku bi dirûşma "Em bibin nig û destên hev" derketin rê, hatin Amedê. Jinên sînemavan ji bo hevkariya jinan xurt bikin serdana KJA'yê kirin. Piştî serdana KJA'yê jî li Qada 5'ê Hezîranê daxuyanî dan.
 
2015: Yek ji 3 siyasetmedaraên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin ji bo  Fîdan Dogan li navçeya Elbistan a Gurgumê bi merasîmekê bîrdariya goristana wê hat vekirin. Jinan soz da Fîdanê û gotin, "Em ê têkoşîna te bidomînin."
 
2015: Hevserokên HDP, DBP û KCD'ê bi Heyeta muzakereyê ya Îmraliyê re ji bo pêşketinên siyasî hatin gel hev. Di nirxandinên ku hatin kirin de hat diyarkirin ku divê muzakereyên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabikin, bên kirin.  
 
2015: Bi dirûşma "Me bi hev re Kobanê parast û em ê bi hev re ava bikin" xeyalê 33 ciwanên SGDF'î hat pêkanîn. Ciwanên SGDF'ê xwestibûn li ser sînorê Kobanê "Daristana Şehîdên Kobanê" ava bikin û ev xeyalê wan ji aliyê HDP, DBP, SGDF û ESP'ê ve hat pêkanîn. 
 
2016: Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê ji bo ku hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re ya 5 salan bi parêzerên wî re hatibû qedexekirin bê pêkanîn bang li CPT'yê kirin û gotin, " Divê CPT li Îmraliyê lêkolîneke berfireh bike û agahiyên zelal bide Gelê Kurd."
 
2016: Buroya Hiqûqê ya Asrînê li dijî qedexeya hevdîtinê ya li Îmraliyê ji bo ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê re hevdîtin bê kirin serî li Dadgeriya Cezayê Giran a Bursayê dan.
 
2020: Dayikên Şemiyê li gel êrîşên polîsan di çalakiya xwe ya hefteya 800'î de li Qada Glatasarayê qurnefîl danîn û li aqûbeta xizmên xwe pirsîn. 
 
2020: Fînala Kampanyaya Meclîsa Jinan a HDP'ê ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" li Kugulu Parka Enqereyê hat kirin.