ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2026'AN

  • 09:00 5 Cotmeh 2026
  • Rojev
 
*Li gorî çeteleya şîdetê ya meha Îlonê, herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine kuştin û 10 jin û 6 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirine.
 
*Hevseroka KESKê Ayfer Koçak diyar kir ku beşek mezin ji civakê ji qeyrana aborî bandor dibe û got, "Bingeha nelirêtiyê bandorê li jiyana jinan dike." 
 
*Endama şandeya ku sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan li Rojava belge dike, Rengîn Ergul, got, "Ger em ê li ser pêvajoya entegrasyonê li Sûriyeyê biaxivin, divê mekanîzmayên sererastkirinê ji bo gel jî werin avakirin." Rengîn Ergul diyar kir ku çareserkirina zirara ku ji ber şer çêbûye, ji vegera ewle û tezmînatê bigire heya darizandina sûcdaran, divê beşek ji pêvajoyê be. DÎMEN HEYE 
 
*Li Şirnexê, ku temenê bikaranîna madeyên hişber daketiye 12 salî, nebûna AMATEM û ÇAMATEM balkêş e, nemaze di demekê de ku bikaranîna madeyên hişber roj bi roj zêde dibe. Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê, Ziynet Şîmşek got, "Nêzîkî 10 meh ji daxuyaniya vekirina AMATEM derbas bûne û hîn jî tu bersiv nehatiye dayîn."DÎMEN HEYE