Li Curnê Reş namzet çûn serdana esnafan

  • 17:39 25 Gulan 2024
  • Rojane
RIHA - Li Curnê Reş piştî ku AKP’iyan sindoqên hilbijartinê şewitandin, biryar ji nûve pêk hatina hilbijartinê hatibû girtin. DEM Partî piştî biryarê xebatên xwe dan destpêkirin û bê navber didomînin. Namzet û kesên ligel wan îro çûn serdana esnafan.
 
Li navçeya Curnê Reş ya Rihayê wê 2’ê Hezîranê de hilbijartin dîsa pêk bê. Di çarçoveya hilbijartinên wê ji nûve pêk bê de xebat didomin.  DEM Partî ku ji hilbijartinan re demek kurt maye derî bi derî xebatên xwe dimeşînin. Bi tevlibûna parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek, parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarê bajarê mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk li taxan xebat hat meşandin. 
 
Namzetên Curnê Rewş Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş jî di serdanê de cih girtin.
 
Xebat wê saetên şevê de bi serdana malbatan bidome.