Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom dibin

  • 11:33 25 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn a çalakiya xwe de bi tevlibûna partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê de li Qada Galatasarayê dest bi kombûnê kirin.
 
Têkoşîna Edaletê ya ku Dayikên/Mirovên Şemiyê ji sala 1995’an û vir ve ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin tê meşandin ket hefteya xwe ya hezaremîn.
 
 Ji ber çalakiya girseyî ya di hefteya hezaremîn de were kirin, bariyerên polîsan ên di sala 2018’an de danîbûn dora Qada Galatasarayê hatin rakirin. Di serî de Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafan dest bi ketina qadê kirin. 
 
Tê payîn ku Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan tevli çalakiya hefteya hezaremîn bibin. Kesên hatin qadê pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Dayikên Şemiyê” dinivîsîn, li xwe kirin. 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê li ser pankarteke reş ku wêneyên kesên di bin çavan de li ser û nivîsa “Hezar Hefte” li ser dinivîsî hate nivîsîn. Di heman demê de li dora pankartê qûrnefîl hatin rêzkirin.  
 
Ji bo çalakiya hefteya hezaremîn a dê saet di 12.00’an de dest pê bike, ketina qadê didome.