ROJEVA 25'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 25 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Nivîskara Kurd Leyla Saraç ku ji girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê tahliye bû înfaza wê şewitibû û dîsa hatibû girtin. Piştî înfaza wê qedya ji girtîgeha Şakran a Jinan tahliye bû. Leylayê balkişand ser şertên girtîgehan û got: “Girtîgeh cihên îşkenceyê ne. Li girtîgehan berxwedanek mezin heye. Divê her kes xwedî li têkoşîna girtîgehan derkevin û deng bidin dengê wan.” DÎMEN HEYE
 
*Xwarziya Hayrettîn Eren ê di binçavan de hatibû windakirin,Setenay Yarici ji nifşê sêyemîn ya Mirovên Şemiyê ye. Setenayê da zanîn ku şert çi dibin bila bibin heta hefteya 1000’î çawa têkoşîn dane wê ji vir şûnde jî li Qada Galatasarayê bin. Stenayê bi lêv kir ku çend hefte derbas bibin jî wê dest ji têkoşînê bernedin û aqûbeta windayên xwe bipirsin. BI DÎMEN - DOSYA
 
*Piştevaniya Mor ku dikeve sala xwe ya 10’an di 26’ê Gulanê de bi awayekî hevdem wê li sê herêma konferansê pêk bîne. Endama Piştevaniya Mor Sehel Oto der barê konferansê de axivî û girîngiya têkoşîna hevpar a jinan anî ziman û banga tevlibûna konfansê li hemû jinan kir. DÎMEN HEYE
 
*Jin di 2’yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ya li Amedê pêk hat axivîn û gotin fuar ji bo wan şansekî mezin e û bernameyên wisa yekitiyê pêş dixînin. BI DÎMEN 
 
*Li bajaroka Perî ya Dêrsîmê wê hilbijartin di 2’yê Hezîranê de pêk bên. Jinan diyar kirin ku divê qeyûm demildest biçin û hevşaredarên nû jî nûbûnekê bînin gundên wan. BI DÎMEN