Platforma Jinan a Şahmaran:Bila berpirs hesab bidin

  • 21:41 24 Gulan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN- Platforma Jinan a Şahmaranê ya destdirêjiya li zaroka 16 salî şermezar kir û  diyar kir ku tecawizkar ji polîtîkayên bêcezakirinê cesaretê digirin û got: "Em ê destûrê nedin ku hûn şîdetê veşêrin û rewa bikin."
 
Platforma Jinan a Mêrdînê ya Şahmaran ji bo şermezarkirina bûyera destdirêjiyê ya duh li Mêrdînê li keçeke 16 salî hat kirin, li Parka Karayollari daxuyanî da.
 
Di çalakiya ku pankarta "Tecawiz sûc e, nayê rewakirin" hat vekirin de li ser navê Platformê Sultan Ayyildiz daxuyanî da. Sultan Ayyildiz diyar kir ku polîtîkayên bêcezakirinê cesaretê dide tecawizkaran û got, “Bi guhertina xala 103'an a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê hewl didin tecawizkarên zarokan efû bikin. Ev bûyer encama vê yekê ye. Polîtîkayên ku dijminatiya jinan dike her ku diçe berfireh dibe û zarokên keç bêparastin bihêlin. Tundiya li ser jinê siyasî ye. Em ê li dijî van bûyeran têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
'Em ê nehêlin hûn bûyerê rewa bikin’
 
Sultan Ayyildiz bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin. Sultan Ayyildiz bi bîr xist ku li Mêrdînê tundî, tacîz, destdirêjî û komkujiyên li ser jin û zarokan gelekî zêde bûne û got ku Walîtiyê biryara qedexeya weşanê wergirtiye û wiha berdewam kir: “Em vê qedexeya ku ji bo ratiyê veşêrin rast nabînin û qebûl nakin! Li vir em careke din diyar dikin; weke Platforma Jinan a Şahmaranê em bang li hemû saziyên ku di hemû qadên jiyanê de ji ewlehiya her welatiyekî berpirsyar in, hesab bidin û erka xwe bi cih bînin. Em ê nehêlin hûn tundiyê veşêrin an jî rewa bikin. Li dijî polîtîkayên bêcezakirinê, polîtîkayên şerê taybet û biryarên darazê yên mêr ku tundiya li ser jinê rewa dike, em ê bi hemû rêxistiniya xwe têkoşîna xwe bidomînin. Bi hevgirtinê re jin wê tarîtiya ya ku hûn hewl didin ava bikin, em ê ronî bikin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.