Li Curnê Reş xebatên hilbijartinê didomin

  • 18:17 24 Gulan 2024
  • Rojane
RIHA - Li Curnê Reş ku demek kurt ji hilbijartinan re maye, xebat bê navber didomin. DEM Partiyiyên ku bi gel re hatin gle hev, rastî eleqeyek mezin hatin.
 
Li navçeya Curnê Reş ya Rihayê wê 2’ê Hezîranê de hilbijartin dîsa pêk bê. Di çarçoveya hilbijartinên wê ji nûve pêk bê de xebat didomin. Rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan bi welatiyan re hatin gel hev. Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek û parlamenera Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî tevli xebatên li gund û navenda navçeyê pêk hatin bûn. Heyet ji aliyê gel ve bi coş û kelecanek meizn hatin pêşwazîkirin û heyetê daxwazên gel guhdar kirin.
 
Xebat saetên êvarê de jî bi serdanên malan didomin.