Panela Jin a bi mijara jinên rizgarbûyî û dîlgirtî yên Êzidî destpê kir

  • 15:41 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Panela TAJÊ ya bi rojeva jinên rizgarbûyî û dîl girtî yên Êzidî ku bi beşdariya zêdeyî 40 jinên nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê destpêkir, bi peyam û semîneran dewam dike.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Adara 2024’an li dijî qirkirina jin kampanyayek bi dirûşmeya, ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ ragihandibû. Kampanya wê heya salvegera fermanê ango 3’yê Tebaxê dewam bike. Di çarçoveya kampanyayê de bi dehan kar û çalakî hatin lidarxistin û ev çalakî her diçe berfirehtir û dewlemendtir dibe.
 
Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ panelek li ser mijara jinên Êzidî yên di dema fermanê de ketine destê DAIŞ’ê hate lidarxistin. Bihezaran jinên Êzidî ku tevî zarokên xwe ketin destê DAIŞ’ê, beşek ji aliyê Hêzên QSD’ê û YPJ’ê ve hatibin rizgarkirin jî, hîn aqûbeta bihezaran jinên Êzidî ne diyar e. PDK û saziyên navnetewî siyaseteke taybet li ser jinên rizgarbûyî dimeşînin. Hem ji bo bilindkirina xebatên rizgarkirina jinên dîlgirtî, hem jî têkoşîna bi siyaseta li ser jinên rizgarbûyî tê meşandin re panel tê lidarxistin.
 
Gelek jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne û niha li Şengalê dijîn jî tevlî panelê bûn. Panela bi beşdariya zêdeyî 40 jinan pêkhat, li kafeteryayeke Şengalê birêve diçe.
 
Komîteya amadekar diyar kir, ew vê xebatê di şexsê Dayê Gûlê, Dayê Zêrê û jina ciwan Cîlan de diyarî hemû jinên li dijî hovîtiya DAIŞ’ê li ber xwedane dikin û ji bo rihê hemû şehîdên fermanê û bi taybet jî jinên li berxwedane û şehîdbûne deqîqeyek rêz hate girtin. Panel di saet 14.00’an de destpêkir.
 
Panel bi moderatoriya Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Ferîde Şengalî birêve diçe. Panel jî bi dirûşmeya, ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ tê lidarxistin.
 
Ferîde Şengalî têkildarî armanc û naveroka xebatê de axivî: “Em di çarçoveya kampanyaya TAJÊ de vê xebata xwe lidardixin. Hîn jî 3 hezar Êzidî çarenûsa xwe diyar nîne. Panela me li ser jinên dîl girtiye.”
 
Piştî axaftina vekirinê peyama YJŞ’ê ji aliyê fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî ve dayîn û ev tişt hat gotin: “Cara yekemîne ji bo jinên dîl girtî, panelek bi vî rengî pêk tê. Ji bo hemû jinan bi taybet ji bo jinên Êzidî xweparastin girînge. Em hemû dizanin ku jinên Êzidî çi jiyane. Ji bo rizgarkirina jin û zarokên Êzidî bi sedan şervanên YPG-YPJ-YJŞ-YBŞ-YJA STAR û HGP’ê canê xwe dan.”
 
Hêza Şengalî ya ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye, da zanîn destê malbata Barzanî û PDK’ê di fermanê de heye û got: “Emê hesabê jinên Êzidî ku dîl ketine destê çeteyan û hîn jî di destê çeteyan de ne, bipirsin.  Wek YJŞ’ê me sozda ji bo parastina jinên Êzidî. Me xwe bi vî awayî rêxistin kir. Me soz daye heya tolhildana jinên dîl girtî û rizgarkirina wan emê têbikoşin.”
 
Bernameya panelê jî wiha ye;
 
Peyama bi dîmen a fermandariya YPJ’ê
 
Peyama Saziya Ji bo Edaletê ya li Almanyayê ya Êzidiyan (bi dîmen)
 
Semînera yekemîn li ser ‘qirkirina jin’ ji aliyê Berdevka TAJÊ Rîham Hico
 
Semînera duyemîn ya bi ser navê ‘Rewşa jinên dîl girtî’ ji aliyê Berdevka Weqfa Piştgiriya Jinên Êzidî Seher Hisên Mêhvan ve were dayîn.
 
Ya sêyemîn jî ji aliyê Berdevka Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Dexîl ve li ser mijara, ‘Siyaseta li ser jinên ji destê DAIŞ’ê rizgarbûyî tê meşandin û çareseriya wê’ dide.
 
Piştî semîner hatin dayîn, wê nîqaş li ser mijarê were meşandin û bi axaftina dawî ya ji aliyê Ferîde Şengalî ve were kirin ve bi dawî bibe.
 
Li gorî agahiyên berdevka TAJÊ dabû ajansa me dê di encama panelê de plansaziyek û biryarên girîng jî werin girtin û TAJÊ ji bo pêkanîna wan bixebite.
 
Panel wê heya êvarê dewam bike.