Qeyûm li Mêrdînê 4 milyar 875 milyon 802 bin deyn hişt

  • 15:04 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku qeyûm ji bo bajarokê Uçocakê ya Xarpêtê ku bajarê wî ye, 15 milyon TL pere şandiye. 
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk tevî rêveberên şaredariyê têkildarî deyn û texrîbatên di serdema qeyûm de hatine kirin daxuyanî dan. Daxuyanî li hotêleke bajar hate dayîn û gelek rojnamegeran dişopand. 
 
Di civînê de ji ewil Hevşaredar Devrîm Demîr axivî û got ku qeyûm avadaniya çandî û dîrokî ya Mêrdînê neparastiye û texrîb kiriye. Devrîm, anî ziman ku tevahiya sazî û dezgehên li bajarên Kurdistanê xizmet ji gel re dikirin, piştî tayînkirina qeyûman an hatin girtin an rastî êrişên cuda hatin an jî ji armanca xwe hatin dûrxistin. Bi domdarî Devrîm diyar kir ku qeyûm navên tevahiya kolan, cade, park û deverên dîrokî guherand û ev tişt anî ziman: “Tevahiya saziyên têkildarî zimanê kurdî xizmet dikirin hatin girtin û dest bi xizmeta bi zimanê tirkî kirin. Bi van polîtîkayan xwestin êrişî bîra civakê bikin.” 
 
Hevşaredar Ahmet Turk jî got ku Walîtiya Mêrdînê îdia dike ku deynê ceyranê yê şaredariyê tune ye lê derdora 600 milyon lîre deynê şaredariyê ji bo DEDAŞ’ê heye. Ahmet, diyar kir ku qeyûm bêyî şerm bike dibêje ku deyn tune ye û wiha derbirî: “Heke di gotinên me de derew hebin bila giliyê me bike. Dibêjin dê di 8’ê gulanê de ceyran bên birîn û tevî ku me deyn daye jî 10 roj piştre birîn. Dibêjin ku ev deyn piştî me şaredarî deyn girtî çêbûye. Deynê şaredariyê di 40 rojan de çawa dibe 600 milyon?”
 
Di berdewamê de Turk destnîşan kir ku deynê giştî yê MARSU û şaredariyê 4 milyar û 875 milyon û 802 hezar û 802,94 TL ye. Turk, da zanîn ku qeyûm tenê 150 milyon TL di qasayê de hiştiye lê eve pereye ji bo mûçeyan hatiye razandin lewma tenê 35 milyon TL di qasayê de ma ye. 
 
'Em ê hemû xebatên xwe bi gel re parve bikin’ 
 
Ahmet, daxuyand ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji qasaya şaredariyê ji hinek şaredariyên AKP’î re pere şandiye û ev agahî parve kir: “Ev yek derqanûntî ye. Qeyûm Tuncay Akkoyun ji şaredariya bajarê xwe ya Tuncay a Xarpêtê re 15 milyon lîre şandiye. Belgeyên van deynan li holê ne. Em ji bo xizmeta gel hatine û bêbelge naaxivin. Em ê hemû xebatên xwe bi gel re parve bikin. Li hêla din hema hema tevahiya neguhêzbaran dewrî saziyên cuda hatine kirin.”
 
Sekreterê Giştî Racî Bîlîcî jî neguhêzbarên hatine dewrkirin û yên ji bo saziyên cuda hatine tehsîskirin yek bi yek hejmart. 
 
Piştre jî hevaşedaran pirsên rojnamegeran bersivandin. Ahmet, got ku amadekariyan dikin ku têkildarî dewrkirina neguhêzbaran û deynên hatine kirin gavên hiqûqî biavêjin. Ahmet, ji bo îxtîmala ku piştî cezayên di Doza Kobanê de qeyûm were tayînkirin jî wiha got: “Li Tirkiyeyê hiqûq, edalet û darazeke bêalî û serbixwe tune ye lewma em nizanin dê çi bibe. Biryara Doza Kobanê nabe hinceta tayînkirina qeyûm. Heke wisa bibe jî dê meclisa şaredariyê di nav xwe de hevşaredar hilbijêrê.”