Li Viyanayê Hefteyên Festîvalê

  • 12:46 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Hefteyên Festîvalê yên li paytexta Awûstûrya Viyanayê de, şoreşa jinê ya li Rojava hate silavkirin.
 
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Hefteyên Festîvalê destpê kir. Ji 17’ê Gulanê heta 23’yê Hezîranê wê festîval bidome. Di festîvalê de wê ji qadên şano, opera, muzîk, reqs, performans, hunerên dîtbarî û aktîvîzmê 46 produksiyon û projeyên hunerî bêne pêşkêşkirin.
 
Hezar kes beşdarî festîvalê bûn. Ji Hevserokatiya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed axaftina destpêkê kir û got: “Em ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku cihê şoreşa jinê ya demokratîk û ekolojîk e, komara azad a Viyanayê silav dikin. Em pir bi hêvî ne ku hûn ê ji bo belavbûna çandeke demokratîk û azadiya jinê bibin hêza birêvebirinê.”
 
Necîbe Qeredaxî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser peymana civakî ya rêveberiya xweser semîner daye û ji Enstîtuya Jineolojiyê ya Brukselê Sarah Mancha jî serdana festîvalê kirin. Ji organîzatorên komxebatê Rehan Temo û Remziye Mihemed re destûr nehat dayîn ku bikevin Awûstûryayê.
 
Necîbe Qeredaxî ji etîmolojiya Rojava qala karakterê pir neteweyî/olî yê hemû herêmê kir û got, ji bo dawî li êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta tirk were, divê çalakiyeke kolektîf were lidarxistin.
 
Sarah Marcha jî wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistana di bin dagirkeriya dewleta tirk de, bi dehan salan xebateke bêhempa meşand.”
 
Sarah Marcha diyar kir, ji ber ku Awûstûryayê vîze neda du aktîvîstên ji Rojava, nekarîn werin Viyanayê. Marcha ev yek ji bo wekheviya dîplomatîk mînak nîşan da.
 
'Xebata atolyeyê wê destkeftiyên sîstema jinê ya konfederal bide nasîn'
 
26’ê Gulanê jî wê di bin navê ‘Li Rojava Şoreşa Jinê-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîstema Jinê ya Konfederal’ atolye bê lidarxistin. Sarah Marcha wê beşdarî atolyeyê bibe. Xebata atolyeyê wê destkeftiyên sîstema jinê ya konfederal bide nasîn, rola Jineolojiyê ragihîne û hewl bide bersiva pirsa ‘Girîngiya van ezmûnan ji bo têkoşîna jinê ya navneteweyî çiye û em çawa dikarin têkoşînên xwe bi hevdû ve girê bidin’ bide.