Amadekariyên hilbijartina li Rojava dewam dikin

  • 12:01 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Rojava wê sibe lîsteyên namzetên şaredariyan eşkere bike.
 
Ji bo hilbijartinên şaredariyên li Rojava ango Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku dê 11’yê hezîranê werin pêk anîn, dema serlêdanê di 21’yê gulanê de bi dawî bûbû. 
 
Komîseriya Bilind a Hilbijartinê di nava 3 rojên piştî bidawîbûna dema serlêdanan (22-23-24 Gulan) de,  lîsteyên partî, rêxistin û serbixweyan lêkolîn kirin û îtîraz qebûl kirin.
 
Li gorî agahiyên ku rayedarên Komîseriya Bilind dane Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); hemû îtîraz hatine girtin û lêkolînên dawî hatine kirin.
 
Rayedarên Komîseriya Bilind diyar kirin ku ew ê sibe bi daxuyaniyekê lîsteya namzetan eşkere bikin.
 
Li 7 kantonan 151 bajarok û bajar hene 
 
Li Kantona Cizîrê, Kantona Dêrazorê, Kantona Reqayê, Kantona Firatê, Kantona Minbicê, Kantona Efrîn-Şehbayê û Kantona Tebqayê 6 bajarên mezin, 40 bajêr û 105 bajarok hene û dê welatî li van deveran biçin ser sindoqan. 
 
Wê 30 partî û tifqa beşdar bibin
 
Dê bi giştî 30 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bibin. Ji van partiyan hin partî dê bi tifaqan beşdarî hilbijartinê bibin. Her wiha hin partî bi nav û logoyên û hin kes jî wê bi awayek serbixwe beşdarî hilbijartinê bibin. 
 
Tifaqa bi navê, “Tifaqa Gelan û Jinan Ji bo Azadiyê” ji 22 partî û rêxistinên ku PYD, Kongra Star, Partiya Suriyeya Pêşerojê, Koma Jinên Zenubya jî di nav de heye, pêk tê.
 
Tifaqa bi navê “Tifaqa Em Bi Hev Re Ji bo Xizmetguzariyek Baş” ji  5 partiyan pêk tê. 
 
Partiyên ku bi navê xwe beşdar dibin jî wiha ne: Partiya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Pêşxistin û Guhertina Demokratîk a Niştimanî, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûrî.