Ji ber topbaranê agir bi zeviyên gundê Minbicê ket

  • 11:55 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama topbarana Tirkiyeyê de agir bi zeviyan û darên zeytûnan ên kantona Minbicê ket.
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta tirk, gundê Ceble El Hemra û Cib Mexzûm ê başûr rojavayê kantonê topbaran kirin û di encamê de agir bi zevî û darên zeytûnan ên her du gundan ket.