Li Misrê di sala 2023’yan de 950 bûyerên tundiya li dijî jinan pêk hatin

  • 11:53 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Pêşketin û Wekheviyê ya Edraakê, der barê sûcên tundiyê yên di sala 2023’yan de li Misrê hatin jiyîn de, raporek weşand û da zanîn ku par li Misrê 950 bûyerên tundiya li dijî jinan pêk hatine.
 
Mala Çavderiya Tundiyê ya girêdayî Weqfa Pêşketin û Wekheviyê ya Edraak, ji sala 2020’an vir ve salane û 6 mehan carekê  sûcên tundiyê yên li dijî jin û zarokên keç tên kirin belge dike.
 
Weqfa Pêşketin û Wekheviyê ya Edraakê, duh ragihand ku li Misrê di sala 2023’yan de 950 car sûcên tundiyê yên li bingeha zayendî çêbûne, di raporê de tundî û gelek cureyên tundiyê yên di jiyana taybet de li dijî jin û zarokên keç de belge dike.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ev yek ji ber tesbîtnekirin û ranegihandina qadên giştî, sûcdarkirina jinên rastî êrîşa zayendî tên û mafdardîtina kiryaran çêdibin.
 
Gelek sûc li dijî jinan tên kirin
 
Di nava cureyên tundiyê yên di raporê de hatin belgekirin de, qetilkirin, hewldana qetilkirinê û her cureyê tundiya zayendî cih digrin. Her wiha sûcên weke dizî, hepskirina nava malê, xespkirin, xwekuştin, tundiya nava malê û tundiya hevjîn/kesên nenas jî cih digre.
 
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 950 sûcên ku hatine kirin 492 sûcên tundiyê yên ferdên malbatê, 364 qetilkirin, 81 destdirêjî, 66 lêdana giran, 82 hewldana qetilkirinê û 82 bûyer jî êrîşa zayendî û dizî ne.
 
Her wiha hat diyarkirin ku hejmara kesên ku mirina wan weke xwekuştin hatine tomarkirin gihîştiye 97, 34 hewldanên xwekuştinê, 6 hepsa malê, 51 sûcên xespkirine, 14 sûcên bêparhiştina mirasê û 5 jî sûcê bi asîtê birîndarkirin hene.