Fatma Akdokur: Divê pêşengên olî bibin dengê aştiyê

  • 09:04 24 Gulan 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Teolog Fatma Akdokur got: “Di nav hewldanên mîlîter de zehmet e ku Tirkiye piştgiriyê bide Fîlîstîna azad.  Daxuyaniyên der barê ku têkiliyên bazirganî hatine sekinandin jî ji bo kêmkirina bertekên civakê ne. Divê pêşengên olî bibin qasidê aştiyê.”
 
 Piştî êrîşên HAMAS’ê şerê Israîl- Fîlîstînê ku ji 7’ê cotmeha 2023’an dest pê kir ev 8 meh in didome. Hejmara kesên di êrîşên Israîlê de jiyana xwe ji dest dane 34 hezar derbas kiriye. Tiriyeya ku qaşo êrîşên Israîlê yên li hember Fîlîstînê qebûl nake, bazirganiya bi Israîlê re 7 meh şunde bi sînor kir. Erdogan ê ku dibêje Israîl axa Fîlîstînê dagir dike, ew bi xwe di bin navê operasyonên dersînor de axa Kurdan dagir dike. Teolog Fatma Akdokur şerê Israîl-Fîlîstînê û helwesta Tirkiyeyê nirxand.
 
‘Em azadiya Fîlîstînê dixwazin’
 
Fatmayê da zanîn ku aliyek dagirker e aliyek jî 100 sal e ji cihê xwe tê kirin, komkujiyên mezin lê tên kirin û ji 7’ê cotmehê vir de jî hovîtiyek mezin tê kirin. Fatmayê wiha anî ziman: “Binpêkirin û dagirkirinek aşkera tê kirin. Dixwazin Fîlîsînê ji gelê Fîlîstînê paqij bikin. Divê her kes qada navneteweyî, îradeyên siyasî û civak ji bo ev dagirkirin bidawî bibe çi bikeve ser milê wan bikin. Civak di mijarên wisa de berpirsiyariya xwe tînin cih. Di serî de DYA û welatên rojava Almanya, Fransa, Îngilistan û her wekê din ger piştgiriyê nedin Israîlê wê Iraîl nikarbe vê dagirkirinê bike. Divê demildest dawî li vê bê anîn û fîlîstînî vegerin ser axa xwe û Fîlîstîn azad bibe.”
 
‘Ji bo kêmkirina bertekan ev daxuyanî tên dayîn’
 
Fatmayê balkişand ser rola Tirkiyeyê ya di pêvajoya hatiye jiyîn de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em nikarin vê nêzîkatiyê qebûl bikin. Tirkiye li gorî tiştên dikeve ser milê wê tevnagere. Tirkiyeyê têkiliya aborî bi Israîlê re nebiriye. Tirkiyeya ku bi ambargoyên siyasî û aborî, dixwaze Israîl tenê bê hiştin, çend hefte berê daxuyaniyên der barê rawestandina têkiliyên bazirganiyê bi Israîlê re dan. Lê ev hemû ji bo bertekên gel kêm bibin hatin kirin. Em hîna rastiyê baş nizanin. Şîrketên ku îtîrazê biryara ambargoyê kirin ji bo wan sê meh dem hatiye dayîn û wê sê mehên din jî bazirganiyê bikin. Em wisa pê hesiyan.”
 
‘Di nav hewldanên mîlîter de piştgirî zehmet e’
 
Fatmayê nirxandina xwe wiha berdewam kir: “Tirkiye bi xwe li gelek herêman dibêje têkoşîna bi terorê re û hewl dide civakê îqna bike. Lê ew jî bi xwe di hewldanên çekdar û mîlîtger de ye. Ji ber vê welatekî di pozîsyonek wisa de nikare piştgiriyê bide Fîlîstîna azad. Çi dibe bila bibe li dijî civakan pêkanîna tevgera derveyî sînor ne rast e. Ez vê erê nakim.”
 
‘Divê pêşengên ol bibin qasidê aştiyê’
 
Fatmayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Welat nêrînek wisa diafirînin. Dibêjin bi şerên tên kirin hawirên aştiyê nayên afirandin. Lê ev lîstikeke dewletan e. Dixwazin civakê wisa dîzayn bikin.  Divê gel van lîstikan xera bike. Divê pêşengên ol bibin qasidê aştiyê. Divê em îtîraz bikin ku ol nebe alava şer û tundiyê. Divê oldlar, pêşngên olî bibin qasidê aştiyê.”