ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 24 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Masîde Ocak wek nifşa duyemîn têkoşîna mirovên şemiyê 29 sale didomîne. Masîde wiha dibêje: “Ev pêvajo her çiqas bi êş bin jî ya ku me li ser piyan digire, hezkirin, hesret û girêdayîna me ya bi windayên me re ye.  Em ê têkoşîna xwe ya li Galatasarayê bidomînin.” BIDÎMEN - DOSYA
 
*Teolog Fatma Akdokur got: “Di nav hewldanên mîlîter de zehmet e ku Tirkiye piştgiriyê bide Fîlîstîna azad.  Daxuyaniyên der barê ku têkiliyên bazirganî hatine sekinandin jî ji bo kêmkirina bertekên civakê ne. Divê pêşengên olî bibin qasidê aştiyê.” DÎMEN HEYE
 
*Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan der barê kampanyaya li Ewropayê tê meşandin de axivî û got: “Em gelê xwe, serokatiya xwe nakin qurbanên berjwendiyên siyasî. Dema lîstika qerta Kurdan qedya ye."
 
*Parêzer  Gulistan Paydaş şewitandina dengan a li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de biryara nûkirina hilbijartinan hat girtin, nirxand û da zanîn ku gumanbaran ji yekê zêdetir sûc kirine û wiha got: “Peywirdarê sindoqa me ji aliyê 15 kesî ve rastî êrîşê hat û bi mirinê hat tehdîdkirin. Ev kes çima hatin tahliyekirin. Divê bi 50 sal ceza bihatana darizandin lê piştî 2 rojan şûnde hatin berdan.” DÎMEN HEYE