ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'AN 2024-05-24 09:00:00     *Masîde Ocak wek nifşa duyemîn têkoşîna mirovên şemiyê 29 sale didomîne. Masîde wiha dibêje: “Ev pêvajo her çiqas bi êş bin jî ya ku me li ser piyan digire, hezkirin, hesret û girêdayîna me ya bi windayên me re ye.  Em ê têkoşîna xwe ya li Galatasarayê bidomînin.” BIDÎMEN - DOSYA   *Teolog Fatma Akdokur got: “Di nav hewldanên mîlîter de zehmet e ku Tirkiye piştgiriyê bide Fîlîstîna azad.  Daxuyaniyên der barê ku têkiliyên bazirganî hatine sekinandin jî ji bo kêmkirina bertekên civakê ne. Divê pêşengên olî bibin qasidê aştiyê.” DÎMEN HEYE   *Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan der barê kampanyaya li Ewropayê tê meşandin de axivî û got: “Em gelê xwe, serokatiya xwe nakin qurbanên berjwendiyên siyasî. Dema lîstika qerta Kurdan qedya ye."   *Parêzer  Gulistan Paydaş şewitandina dengan a li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de biryara nûkirina hilbijartinan hat girtin, nirxand û da zanîn ku gumanbaran ji yekê zêdetir sûc kirine û wiha got: “Peywirdarê sindoqa me ji aliyê 15 kesî ve rastî êrîşê hat û bi mirinê hat tehdîdkirin. Ev kes çima hatin tahliyekirin. Divê bi 50 sal ceza bihatana darizandin lê piştî 2 rojan şûnde hatin berdan.” DÎMEN HEYE