Emîne Şenyaşar: Kesên em qetil kirin bûn parlamenter

  • 20:40 23 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê di roja 110’an de berdewam kir. Emîneyê bang li serokomarê AKP’î kir û got: “We ev çavsorên ku em qetil kirin, kir parlamenter. We xwe li hember cîhanê rezîl kir.”
 
Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 110’an de didome. Platforma Şaxên KESK’ê ya Enqereyê û parlamenerên DEVA’yê çûn serdana Emîne Şenyaşar. 
 
Hevserokê  şaxa SES’ê ya Enqereyê  Îbrahîm Kaya li ser navê Platforma Şaxên KESK’ê ya Enqereyêaxivî û got ew her tim li gel malbatê ne û wê li dijî dijhiqûqiyê wekheviyê biparêzin.
 
Cigirê giştî yê Partiya DEVA’yê  û berdevkê partiyê Îdrîs Şahîn jî got lêgerîna edeletê ya Emîne Şenyaşar daxwaza hemû civakê ye û got riya normalbûnê ji edeletê derbas dibe.
 
Emîne Şenyaşar jî da zanîn ku dîmenên dema komkujiyê hatine winda kirin û got serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan vê dizane û wiha got: “We çavsorên ku komkujî kirin, kirin parlamenter. Bi vê we xwe li hember cîhanê rezîl kir.”
Her wiha çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 31’emîn de berdewam kir.