Mekanîzmayên ku jinan diparêze nayê şixulandin

  • 09:03 14 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Melîke Aydin 
 
ÎZMÎR - Aktîvîsta KCDP'ê Hîlal Susuz, bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û qetilkirina jinan û got: "Mekanîzmayên berpirs karê xwe nakin û ev yek jî dibe sedema qetilkirina jinan. Lê tişta ku dikeve para jinan jî têkoşîneke hevpar e."
 
Li gorî daneyên ajansa me di 3 mehên sala 2024'an 90 jin hatin qetilkirin û 56 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) 92 jin hatin qetilkirin û mirina 59 jinan jî bi guman e. Bandora betalkirina Peymana Stenbolê bandorê li kuştina jinan dike. 
 
Aktîvîsta KCDP'ê û namzeta Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) a Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Hîlal Susuz ji ajansa me re axivî. 
 
Hîlal, da zanîn ku di qirkirina  jinan de polîtîkayên siyasî yên îktîdarê bi bandore û got: "Betalkirina Peymana Stenbolê û nîqaşkirina qanûna 6284'an bandorê li qirkirina jinan dike. Dewlet jinan naparêz e. Ev yek bandorê li civakê dike. Wezareta Edaletê, Wezareta Karê Hindurin, Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê, mekanîzmayên ku divê li dijî şîdet û qetilkirina jinan raweste."
 
Hîlal, diyar kir ku di hilbijartina giştî ya sala 2023'yan de li hemberî jinan tifaqên qirêj hatin avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rayedarên dewletê derbarê jinan de ketin nava bazarê. Nêzîkatiyeke dijminatiyê pêş ket. Ji kesên ku qanûnan diafirînê û heta qereqolan li hemberî jinan nêzîkatiyeke dijminatiyê heye. Bi polîtîkayên dijminatiya li hemberî jinan ev welat tê birêvebikirin. Di meha adarê de ji sedî 20 jin çend derbarê wan de biryara parastinê heye jî hatin qetilkirin. Ev keskên ku serî li mekanîzmayan dane dîsa jî hatine qetilkirin. Ji sedî 80 yên din nayê zanîn ku gelo biryara parastina wan heye an na. Ev yek ne tesadifî ye."
 
Hîlal, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û mîsyona jinê a di nava civakê de: "Wek serdema navîn dixwazin jin li malê, zarokan bîne dinê, zarokan xwedî bike û karê malê bike. Ji bo wekheviyê divê pergala baviksalakî yekcar ji holê bê rakirin. Her wiha bêcezahiştina kiryaran jî rê li ber kuştina jinan vedike. Divê hiqûq ji bo jinan be jî. Di mirinê biguman de divê lêpirsinên xurt bên kirin. Delîl nayên komkirin, şahîd nayên guhdarkirin. Di pêvajoyên darizandinê de jin tên sûcdarkirin. Her wiha cezayên kiryaran tên kêmkirin. Ne tenê di kuştina jinan de, di her qadên jiyanê de hiqûq nayê sepandin. Biryarên makeqanûnê tên binpêkirin. Êdî baweriya jinan bi edaletê nayê. Malbat neçar dimîne ku li pêy delîlan bikevin."
 
Hîlal, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna jinan: "Tişta ku dikeve para jinan jî têkoşîn e. Gelek maf bi saya têkoşîna bi salan hat bi dest xistin. Ez bang li jinan û LGBTQ+ dikim ku têkoşîna xwe bidomînin."