'Carna jî dayik ji zarokên xwe hînî berxwedanê dibin'
- 15:47 23 Gulan 2019
- Rojane
ENQERE - Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê d li Enqereyê di roja 10'emîn de nobata xwe bi serdanên saziyan di roja 10'emîn de berdewam dikin. Li ser navê dayikan Nezahat Teke avî û wiha got: "Dayikên ku di hemû deman de li ber xwe dan, îro li her derê li ber xwe didin. Dayik carna ji zarokên xwe hînî berxwedanê dibin."
Çalakiya dayikên Laçikspî yên Enqereyê ku li meclisê dan destpêkirin, li Avahiya Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja 10'emîn de berdewam dike. Îro jî dayikên ku çalakiya xwe bi serdanên saziyan berdewam kirin di serî de çûn serdana Yekitiya Avahîsaz û Endezyaran a Tirkiyeyê (TMMOB) kirin.
'Divê em hemû bi yek bin'
Dayikên ku li TMMOB'ê ji aliyê Serokê Duyemîn Selçuk Uluata û heyeta pê re hatin pêşwazîkirin û daxwazên wan hatin guhdarîkirin. Nezahat Teke ku li ser navê dayikan avivî û got ku duh çûna parêzeran a li Îmraliyê ji bo wan gelek girîng bû. Li gel ku daxwaza girtiya rakirina tecrîdê hêj nehatiye bicihanîn jî pêşketinên heyî ku tên kiirn hinekî be jî wan kêfxweş dike û wiha berdewam kir: "Ger ku grev biqede erka mezin dikeve ser milên me. Ji bo pirsgirêkên tendirustiyê divê em xwe amade bikin. Piştî ku grev biqade jî tişta bê kirin girîng e. Lê dayikên me hîna li kolanan li ber xwe didin û bi êrîşa polîsan re rûbirû dimînin."
'Em li gel we ne'
Serokê Duyemîn yê TMMOB'ê Selçuk Uluata jî got ew mijarê ji nêzve dişopînin û wiha got: "Em di vê pêvajoyê de ji we ne cuda ne. Ji ber wê em jî dixwazin ku hin tiştan bikin. Me xwest ku em derbarê grevê de bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin lê bersîv neda daxwaza me."
'Dayik carna ji zarokên xwe hînî berxwedanê dibin'
Dayikan piştre Şaxa Hewldana Şoreşgerên 78’an ziyaret kir. Li vir jî Nezahat Teke, anî ziman ku ev pêvajo wê bi kesên li Zindanan li ber xwe dide çareser bibe û wiha got: "20 sal berî niha dayikek bi tena serê xwe nikaribû sifre danîya. Îro dayik li her derê qadan li ber xwe didin. Em têkoşînê ji zarokên xwe fêr dibin.
Li ser navê Hewldana Şoreşgerên 78’an Huseyin Esenturk jî anî ziman ku dayik li fikrên wan xwedî derketin û wiha got: "Em li gel dayikan in."
'Rondikên çavên me heman in'
Xwişka Orhan Keskîn ê ku li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da Îpek Gur jî wiha got: "Ez êşa we fam nakim lê rondikên çavên me heman in. Me efî nekin me li rojavayê Tirkiyeyê dengê we neda bihîstin."
Dayik piştre jî çûn serdana HDK'ê. Li gel dayikan parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr jî hebû.
Dayik wê herî dawî biçin, serdana Meclisên Sosyalîst a Jinan û Komeleya Dêrsimiyan.