Malbatan li ber Girtîgeha Patnosê bang kirin: Divê tecrîd bi tevahî bê rakirin

  • 15:37 22 Gulan 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Patnosê daxuyanî dan û gotin ku divê daxwazên girtiyan bên qebûl kirin û tecrîd bi tevahî bê bi dawî kirin. 
 
Malbatên girtiyan ji bo hevdîtina bi girtiyên xwe re pêk bînin hatin li ber Girtîgeha Patnosa Agiriyê. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şevîn Coşkun û Mensûr Işik ji bo piştgiriyê hatin li ber girtîgehê. Piştî hevdîtina malbatan ya bi girtiyan re qediya li ber girtîgehê daxuyanî hat dayîn. Li ser navê malbatan dayika Muzzafer Guler ê ku di 1'ê adarê de heta îro di greva birçîbûnê de ne Adîle Guler daxuyanî da. 
 
Adîle diyar kir ku tenê aştiyê dixwazin û wiha axivî: "Em ji bo şer nehatine li vir. Bedena zarokên me li girtîgehan her roj dihelin. Em ji bo wê yekî hatin li vir. Ji bo zarokên me jiyana xwe ji dest nedin, hewce be em ê heta Enqereyê bimeşin. Divê teqes tecrîd bi dawî bibe û daxwazên girtiyan bê qebûl kirin."
 
Parlamenter Mensur, di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina îro ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hevdîna îro me kêyfxweş dike, lê divê hevdîtin bi pergalî pêk bên. Piştî 8 salan cara yekem di 2'ê gulanê parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Em ji bo bibin dengê bi hezar girtiyên ku di grevê de ne li vir in. Welatên ku qanûnên xwe pêk neynîn, ev welat antîdemokratîk e. Divê tecrîd bi tevahî bê dawî kirin û parêzer û malbat bi Abdullah Ocalan re bi pergalî hevdîtinê pêk bîne. 
 
Daxuyaniya malbatan bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.