Di 2011’an de li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, îro jî 108 roj in di grevê de ye

  • 09:23 22 Gulan 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Dayikên ku parka Koşuyolu li wan hat qedexekirin, tevî hemû astengiyan ji bo zarokên wan bijîn berxwe didin. Xizal Yildirim diyar kir her ku zarokên wan berxwe bidin wê ew jî berxwe bidin û got kurê wê Mehmet Yildirim 108 roj in di greva birçîbûnê de ye û her wiha di sala 2011’an de jî li girtîgeha Tîpa D ya Amedê li dijî tecrîdê bedena xwe daye ber agir, di 8 salan de 4 caran ketiye greva birçîbûnê.
 
Çalakiya grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê didomin û fikarên malbatan jî zêde dibin. Dayikên naxwazin zarokên wan bimrin, 21 roje li dora Parka Koşuyolu çalakiyê dikin. Dayikên dixwazin dengê xwe bidin bihîstin, tevî hemû polîtîkayên çewisandin û têkbirinê, her roj saet di 12.00’an de tên cem hev. 
 
Yekane daxwaza dayikan, jiyana zarokên wan e
 
Di çalakiyên pêk tên de ji bo dengê dayikan bên çewisandin serî li her rê didin. Tevî vê dayikan daxwazên xwe anîn ziman û dengê xwe bilind kirin. Yek ji dayikên girtiyan Xizal Yildirim jî 21 roj in li kolanan berxwe dide. Kurê wê Mehmet Yildirim ji 4’ê Sibatê de ye di greva birçîbûnê de ye. Xizalê destnîşan kir ku polîtîkaya bêdengiyê ya hikûmetê bi zanebûn pêk tê û ger hikûmet bixwaze dikare hema tecrîdê rabike.
 
Di 17 salî de 16 sal ceza
 
Xizalê daxuyakirin ku kurê wê Mehmet di 2009’an de hatiye girtin û 16 sal ceza lê hatiye birîn û di 2011’an de li girtîgeha Tîpa D ya Amedê li dijî tecrîdê bedena xwe daye ber agir û wiha pê de çû: “Piştî vê bûyerê surgunî Girtîgha Tîpa T ya Bafrayê kirin. Kurê min hîna li wir e. Di 8 salan de 4 caran ket grevê. Kurê min di 17 salî ya wî de, bi qasî temenî wî ceza lê birîn. Zarokên Kurd di temenê biçûk de berxwedanê fêr dibin. Bi salane ji bilî komkujî û surgunan tiştek nehat jiyîn. Dewletê lêxist, gelê Kurd berxwe da. Her tim wisa bû. Ciwanên Kurd bi canên xwe berxwe didin. Ji bo çi? Ji ber Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Çima ev zilm. Bila ev tecrîd rabe. Kurê min 17 salî bû 16 sal ceza lê birîn. Tu delîl tune bû di dosya wî de. Li Kurdistanê bi hezaran dayikan û zarok çavên wan li rê ne. Li bende hevdîtina ne. Sûcê zarokên me tune ye. Zarokên me ji bo ziman û dîroka xwe têkoşîn dan û niha jî bi bedenên xwe têdikoşin. Heta zarokên me têbikoşin em ê jî têbikoşin. Em ê tu car şûnde gavê navêjin.”