Li Êlihê ji bo piştgiriya greva birçibûnê meş hat lidarxistin

  • 11:08 30 Adar 2019
  • Rojane
 
ÊLÎH - Li Êlîhê komek ji bo piştgiriyê bidin greva birçibûnê ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpê kirin meşek li dar xistin. 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û girtiyên siyasî greva birçibûnê dabûn destpêkirin didomin. Li taxa Baglara Êlîhê komek ji bo piştgiriya greva birçibûnê daketin qadan û meş li dar xistin. Kom bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.