Gelê xelfetiyê dest bi xebatên 4'ê Nîsanê kir

  • 11:43 29 Adar 2019
  • Rojane
RIHA - Gelê xelfetiyê dest bi xebatên 4'ê Nîsanê kir û di çarçoveya van xebatan de Parka 4'ê Nîsanê ku ji aliyê qeyûm ve tu xebat lê nehatibû kirin paqij kir. 
 
Parka 4'ê Nîsanê ku li navçey  Xelfetî ya Rihayê ye  ji bo çalakiyên Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê bên kirin hat paqijkirin. Welatiyên ku di saetên serê sibehê yên zû de hatin parkê. park paqij kirin. Herwiiha welatiyên ku hatin parkê şitlên daran ên ku bi minasebeta Rojbûna Abdullah Ocalan hatibûn çandin jî paqijiya wan kir.
 
Parka ku girêdayî Şaredariya Xelfetiyê ye di sala 3017'an de piştî ku qeyûm tayînî  şaredariyê  hat kirin û şûnde tu kar li parkê nekir û nêviyê parkê jî hat xirakirin û wekî otoparkê hatiye bikaranîn.