Gel li Sultangaziyê li dijî kana keviran dest bi çalakiyê kirin 2024-08-25 18:45:27     STENBOL - Gel li Sultangaziyê li dijî kana keviran dest bi protestoyê kirin.   Li Sultangazî ya Stenbolê şêniyên taxa Cebecî li dijî kanên keviran yên li herêmê çalakiya protestoyî dan destpêkirin.   Komkal i Qada 15 Temuz Demokrasî û Şehîdan kom bûn, berbi şaredariya Sultangazî ketin meşê. Polîsan barîkat avakirin, welatiyan barîkat debas kirin û rê li trafîkê girtin. Polîsan êrîşê welatiyan kir û welatiyan bertek nîşan da. Di bûyera hat jiyîn de gelek kes hatin binçavkirin.