Di talana Marunisê de hevparên rantê pir in!

  • 09:02 14 Gulan 2024
  • Ekolojî
Rabia Onver
 
COLEMÊRG - Çalakiya li dijî xebatên kanên madenan ya li herêma Marûnisê hatiye destpêkirin berdewam dike. Welatiyan ji bo parastina xwezayê banga hişyariyê li rayagiştî dikin. 
 
Di salên dawî de gelek şîrket li ser axa Kurdistanê kanên madene vedikin û xwezaya Kurdistanê talan û wêran dikin. Li aliyekî bendavan çêdikin, li aliyê din zozan û mêrgên Kurdistanê qedexe dikin, li aliyê din jî kanên madene vedikin. Yek ji li cihê ku kanên madene hatiye vekirin jî Gundê Marunis ê Colemêrgê ye. 
 
Gundê Marûnisê ku di nav sînorên Colemêrg û Çelê de ye, navê xwe ji Suryanî girtiye. Gund 67 kîlometre dûrî navenda Colemêrgê ye. Vegera gundê ku di sala 1994'an de ji ber sedemên "ewlehiyê" hat valakirin, piştî sala 2012'yan dest pê kir. Her çend nifûsa ku timî li gund dimînin kêm be jî, şênî di mehên havînê de tên gund û baxçeyên xwe û sewalkariyê dikin. Ji bilî bedewiyên xwezayî yên gund 7 şelalên wê hene. Ji bilî xwezaya wê ya balkêş, dîmena bi heybet a Çiyayê Katoyê li herêmê şahiyeke dîtbarî pêşkêş dike.
 
 
Şirketa Sedexê li herêmê krom, mermer, madeya kurşunê, kukurt, çinko derdixe. Hizir Keskîn serleşkerekî teqewitbûyî ye, karê û barê giştî yê Şirketa Sedexê dimeşîne. Lê belê di eslê xwe de şîrket aîdê keça serokê AKP'ê ya Îdirê Nûrsiye Erkuş e. Nûrsiye di sala 2021'an de şirketê dewr girtiye. Hizirê ku bi piştevaniya rayedarên dewletê li vir dixebite. Li vir rantek mezin qezenç dike. Ligel rantê jî xwezaya herêmê yekcar tehrîp û talan dike. 
 
Li Marunisê ji sala 2008’an heya niha madenên cuda tên derxistin. Ji bo kanên madenê li herêmê gelek darên berû, sêv, guz, hîrmî û tiriyan hatin birîn. Êdî li herêmê ava paqîj nîne û gundî nikarin sewalkariyê jî bikin. Dem demî li dijî talankirina xwezayê çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya herî dawî jî 22’yê nîsanê li dijî Şîrketa Madenê ya Sedexê pêk hat. Piştî çalakî hatin lidarxistin, li herêmê bi sedan tûnelên kaçax bi lezûbez bi ax û keviran hatin girtin. 
 
Çalakiya li ser Pira Şinê ya ser riya Colemêrg û Çelê hatiye destpêkirin berdewam dike. Welatî daxwaz dikin ku xebatên kana madenê ya li Marunisê demildest bên rawestandin, bila tazminata zirara ku kana madenê daye derdorê bê dayîn, bila qadên jiyanê yên gundiyan weke berê lê bên kirin, texrîbata xebatên madenê ji holê bên rakirin û bila li herêmê jinûve dar bên çandin. Lê belê daxwazên gel bêbersiv hatin hiştin. Ligel vê yekê jî welatiyên ku li dijî madenê derdikevin bi êriş û tehdîdên Hizir Keskîn re rûbirû dimînin.
 
Çalakvan diyar dikin ku dê heta dawiyê çalakiya xwe bidomîn.