Parêzvanên jiyanê ji bo krîza avhewayê derdikevin qadan

  • 09:05 23 Îlon 2021
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Di meha mijdarê de tê plankirina ku Konferansa Avhewayê ya NY’ê pêk bê. Beriya konferansê ekolojîst û rêxistinên hawirdorê wê li gelek bajarên cîhanê çalakiyan pêk bînin. Di 25’ê îlonê de jî wê li Alsancak a Îzmîrê çalakî pêk bê. Hacer Yeşîlçay ya DSÎP’î diyar kir ku pêşî li germahiya global neyê girtin wê li cîhanê cihê jiyanê nemîne.
 
Panela Guherîna Avhewayê ya Navbera Hikûmetan (IPCC) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê guherîna avhewayê de, rapora nirxandina nû meha borî aşkera kir. Di raporê de hat diyar kirin ku li dijî germahiya global ya ku wê rê li ber karasetên bi xof vebike, têkoşîn qelse. Di raporê de hat gotin ku wê germahî di 2030’an de 1,5 derece zêde bibe û got guherîna avhewayê berhama mirovahiyê ye.
 
Ji Partiya Karkerê Sosyalîst Şoreşger (DSÎP) Hace Yeşîlçay da zanîn ku germahiya global wê di 2030’an de derece û nîvekê derbas bike û ji bo çalakiya wê di 25’ê Îlonê de li Alsancak a Îzmîrê li dijî germahiya global pêk bê, banga tevlîbûnê kir.
 
‘Tu pêngav ji bo pêkhatina peymanê nehat avêtin’
 
Hacerê destnîşan kir ku bi  ziwabûna gol û çeman, pêkhatina lehiyên mezin, şewata daristanan re krîza avhewayê xwe zêdetir daye hîskirin û got ji Peymana Avhewayê ya Parîsê ya di 2015’an de li Parîsê pêk hatiye heta niha, sozên ku ji bo germahî derece û nîvekê zêde  nebe soz hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Di navberê de 6 sal derbas bû, di mijara ku pêşî li kêmbûna gaza karbondîoksît pêşî nehat girtin û tu pêngav nehat avêtin. Tiştên niha tên jiyîn jî encama zêdebûna germahiya 1.1 dereceyê ye.”
 
'Em ê xatir ji cîhana niha bixwazin'
 
Hacerê bi lêv kir ku ger ku li dijî germahiya global çareseriyek pêk neyê wê di 2030’î de derece û nîv jî derbas bibe û di 208’an de di navbera sê derece û nîv û 5’an de be. Hacerê her wiha fikarên xwe wiha anî ziman: “Ev jî tê wateya ku em ê xatir ji cîhana niha bixwazin. Wê asta behran bi awayekî cidî bilind bibe, wê qadê çandiniyê beşek mezin winda bibin, rejîma şiliyê jî wê bêpergal be.”
 
Di pêvajoya konferansê de wê çalakî pêk bên
 
Hacerê  destnîşan kir ku di bin van şert û mercan di meha mijdarê de wê Konferansa Avhewayê ya NY’ê kom bibe û li vir  tê hedefkirin ku li şûna Peymana Parîsê peyamneke din bê îmzekirin û wiha dawî lê anî: “Lê şîrketên ji sotemeniyên fosîl trîlyonan qezenc dikin, ji bo biryarên dijberê wan derneyên  zextan li hikûmetan dikin. Em jî di vê pêvajoyê de li cihên dimînin dixwazin mudaxîl bibin. Ji bo dawî li belavbûna karbondîoksîtan bê, em ê di 25’ê îlonê de li Alsancakê û di 6’ê Mijdarê de jî bên gel hev.”